Diyarname
SIYAD (Komeleya Rexnegirên Sînemayê) ku ev 20 sal in ji fîlmê ketine vîzyonê hilbijêreke amade dike û ev fîlm li Salona Sînemaya Beyoglu ya li Beyogluyê têne nîşandayîn, îsal jî ev hilbijêr pêk hat.
Ev fîlm wê di navbera 11-24'ê mehê de bêne nîşandayîn.
SIYAD ku li hemberî girtina sînemaya reaksiyona xwe nîşan dide piştgiriya xwe ya ji bo salona sînemaya ya Beyoglu nîşan dide. SÎYAD'ê salên borî ev ji bo bîranîna Omer Kavur, Atif Yilmaz li dar xistibû îsal ji bo bîranîna Zeki Okten vê hilbijêrê li dar dixe. Bilêtên hemû fîlman û hemû seansan bi 5 TL'yîne.
Di nav bernameya 14 rojan de ev 10 fîlm hene: “Açlik” (Gireva Birçîbûnê - Hunger), “Yasak Bolge 9” (Herêma Qedexe 9- District 9), “Avatar”, “Şampiyon” (The Wrestler), “Milk”, “Okuyucu” (Xwîner- The Reader), “Son Veda” (Xatirxwestin-Okuribito), “Mîlyoner” (Slumdog Millionaire), “Kapitalizm: Bir Aşk Hikayesi” (Kapîtalîzm: Çîroka Evînekê- Capitalism: A Love Story), “Kuçuk Deniz Kizi Ponyo” (Keçika Biçûk a Behrê Ponya - Ponyo on the Cliff by the Sea).
Ji bo kesên eleqedar:
http://www.beyoglusinemasi.com.tr/fest.php?id=33


