Diyarname
Piştî vîrusa koronayê li piraniya welatan maçên fûtbolê hatibûn betalkirin. Li Fransayê jî. Niha Fransayê biryar da ku îsal maçên din neyên lîstin û wan tîma PSG wekî şampiyon ragihand.
Lijneya Rêveberiya Lîga Fûtbolê ya Profesyonel a Fransayê bi awayekî fermî biryar da ku lîg bê bidawîkirin. Rêveberî di Ligue 1 û Ligue 2 de li gor rêza heyî biryar da. Di Ligue 1 de Paris Saint-Germain (PSG) di nêza yekemîn de bû ji bo vê yekê rêveberî ew wekî şampiyon ragihand. Di lîgê de, di hefteya 28'an de PSG'ê 27 maç lîstibûn û bi 68 pûanan yekemîn bû. Marsiya bi 56 pûanan di rêza duyemîn de bû.
Ji bo tîmên ji lîgê bikevin û ji Lîgue 2 bên Ligue 1'emîn dê paşê nirxandin bê kirin.
Hollanda betal kiribû
Ji welatên Ewropa Hollandayê hefteyek berê biryar dabû ku îsal hemû lîgan betal bike, tu tîm ji lîgê nekeve, yek nebe şampiyon jî.


