logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li mala Rewşen Bedir-Xan

Piştî rêwîtiyeke dirêj, ez berdestê êvarê, li Banyasê, ji otobusê peya bûm. Banyas bajarekî xweş e, yek ji bajarên Sûriy

  • Dîrok: 14/05/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Firat Cewerî

Piştî rêwîtiyeke dirêj, ez berdestê êvarê, li Banyasê, ji otobusê peya bûm. Banyas bajarekî xweş e, yek ji bajarên Sûriyê yê herî xweş e. Bajar li kêleka deryayê hatiye avakirin. Bi awira pêşî piraniya şêniyên bajêr dewlemend dixuyin. Dibe jî mirov dewlemendiya wan di lixwekirin û otomobîlên wan de dibîne. Herçiqas şêniyên bajêr ereb jî bin, dîsan mirov peyayên bi çefî û egal û jinên sernuxumandî kêm dibîne. Li vî bajarê Sûriyê yê nûjen, xanimeke kurd dima. Keça Salih Begê, dotmam û kevaniya Celadet Begê… Kaxeza navnîşana vê Xatûna han di destê min de bû û yên ku ez pêrgî wan dibûm, min navnîşana wê ji wan dipirsî. Gotineke pêşiyên me heye, dibêje “Mirov bi pirsê dihere Xursê”. Ez jî bi pirsê gihîştim ber avahiyekê, hebekî li ber deriyê avahiyê rawestiyam û min hêdî û bi heyecan li derî da. Ya ku ji min re derî vekir berdestka wê bû. Jinikê bi tirkiyeke osmanî, lê bi devoka çerkezan bixêrhatinî da min, çenteyê min ji destê min girt û ez birim odeya rûniştinê, ba Rewşen Xanimê. Rewşen Xanimê jî bi mêvanperweriyeke kurdî û bi rûyekî bi ken bixêrhatinî da min û ez bi cih kirim.

Ez jî bi dilşahî rûniştim. Piştî kurtesohbetekê min çavên xwe li resimên li dîwêr gerandin. Resimên pêşî li ber çavên min ketin, resimê hersê biran; Sureya, Celadet û Kamûran Bedir-Xan bûn.

Piştî şîva êvarê min ji Rewşen Xanimê pirsî:

FIRAT CEWERÎ: Gelo tu ê bikaribî bi niyeta kurtehevpeyvînekê xwe bidî naskirin?

REWŞEN BEDIR-XAN: Ez keça Salih Bedir-Xan û jina Celadet Alî Bedir-Xan im, got û jê pê ve tu tişt negot.

Ji xwe bes e jî. Kurdên navên Salih û Celadet Bedir-Xan nebihîstibin pir kêm in. An jî kurdên xwende û bîrewer yên haya wan ji Celadet Bedir-Xan û xebatên wî tunebin, çi bigire nîn in.

– Ê baş e, xebat û xwendina Rewşen Xanimê bi xwe çi ye û çi bû?

– Wekî kar, min mamostetiya zimanê erebî dikir û ez demekê jî midûrê dibistanê bûm. Erebiya min ji kurdî û tirkiya min çêtir bû û çêtir e jî. Ji ber vê yekê xebatên min yên rewşenbîrî jî bêtir bi zimanê erebî dibû. Min bêtir bi erebî dinivîsand û ji zimanên din werdigerande erebî. Min pirtûkek jî bi navê “Hin rûpel ji edebiyata kurdî” bi erebî, berpêşî xwendevanên ereb kiriye. Min carina jî hin bend di Hawarê de belav dikirin.

Gava ew bi kurdî dipeyivî wê hin zehmetî dikişand, ew carina di nav re bi min re bi tirkî dipeyivî; bi tirkiyeke pir xweş û bê kêmasî…

– Niha jî ez vê pirtûka han werdigerînim erebî. (Pirtûkek li ser Siltan Evdilhemîd bû).

– Ji bo çi ev pirtûk û ne yeka din?

– Weşanxaneyekê ev ji min xwestiye, bêtir vê bala wan kişandiye. Tu ya rastî bixwazî, bi wergerandina vê pirtûkê çend quruş pere jî digihîjin min.

Bivê nevê sohbeta me carina diçû dema rehmetiyê Celadet Beg û kovara Hawarê.

– Yadê, tu dikarî ji kerema xwe re bi kurtî behsa dema Hawarê bikî? Hawar li ku û çawan derdiket, yên zîrek ku tê de kar dikirin kî bûn?

– Çapxaneya Hawarê li malê bû. Yek ji mijûliyên rehmetî yê sereke derxistina Hawarê bû. Min jî alîkariya wî dikir. Piştî demekê, gava ez hînî rêzkirin û ambalajê bûm, kar hêsantir bû. Hingî Osman Sebrî û Qedrî Can jî li ba me diman, herdu jî pir jêhatî bûn. Dûre Îbrahîm hebû, ew bi rastî jî rewşenbîr bû. Osman Sebrî çar mehan li cem me mabû, hîn jî min nizanîbû ew Osman Sebrî ye. Wan Osman Sebrî, bi Hecî Husên bi min dabûn naskirin.

– Hin kes dibêjin kovara Hawarê bi alîkariya fransizan derdiket, ma rast e?

– Na, ne rast e. Hawar ne bi alîkariya fransizan, lê bi destûra wan derdiket. Ne bi tenê Hawar, her wisa Roja Nû jî bi destûra wan derdiket.

– Heke îro fransiz li vir bûna, wê rewşa kurdan çawan bûya?

– Wê rewşa kurdan her wilo bûya. Fransiz jî kolonyalîst in û yên em îro di bin destên wan jî de ne kolonyalîst in.

– Ma rast e ku armanca Celadet Beg avakirina Kurdistaneke monarşî bû?

– Kî vê bibêjin ew bêbextiyê li rehmetî dikin. Wî tu carî tiştekî wilo negotiye, ne jî daxwaz kiriye. Wî her digot, divê Kurdistan bi destê hemû kurdan bête ava kirin. Çi karker, çi gundî, çi mele, çi axa û beg hemû xwediyê Kurdistanê ne. Armanca rehmetî Kurdistanek demokratîk û yekbûyî bû. Ji xwe Kurdistan yek e. A niha jî hin xort dibêjin em ji Kurdistana Tirkiyê, hin dibêjin em ji Kurdistana Îranê, hin dibêjin em ji Kurdistana Iraqê û hin jî dibêjin em ji Kurdistana Sûriyê ne. Bi ya min ev ne rast e, şaş e. Kurdistan yek e û sînorên li Kurdistanê hatine kişandin ji derveyî îrada kurdan hatine kişandin. Ew sînorên emperyalîzmê ne.

– Ew Celadetê ku îro ji aliyê hemû kurdan ve tê hezkirin, gelo ji Rewşen Xanimê re çawan bû?

– Ew ne bi tenê mêrê min, lê ew her tiştê min bû. Ew bavê min, birayê min, hevalê min,mamostayê min bû. Ez jî yek ji wan kurda me ku îro kêmasiya nebûna wî dikişînim.

– Windabûna vî peyayê bi rûmet çi tesîr li jiyana te kir, ev trajedî çawan çêbû?

– Mirina wî ez mehû kirim, dinya bi ser min de hilweşand. Mesûliyeteke siyasî, civakî û aborî di stûyê min de hişt. Ji xwe dawîhatina jiyana wî ya bi trajedî jî, ji bo başkirin û hebekî bipêşdexistina aboriya xwe bû. Lê nebû, ew kar bû sedema mirina wî.

– Çi bû ya ku bû sedema mirina wî?

– Tacirî, pembo… Em gelekî destteng bûbûn. Ji ber vê yekê rehmetî rabû zeviyên hevalekî xwe bi nîvî çand, kire pembo. Ji ber kêmbûna avê, wî dest bi kolandina bîrekê kir û navê bîra xwe jî kir “Bîra Qederê”. Wî bîra xwe bi destê xwe kola.

Piştî van gotinan Rewşen Xanimê demekê bêdeng ma, kûr kûr fikirî û cigarek vêxist. Wilo xuya bû ku wê hê jî ew bûyer ji bîr nekiribû. Min jî nexwest ez zêde bi dû sedemên ku çima “wî bîra xwe bi destên xwe kola” bikevim, min gotin dagerand ser tiştekî din:

– Çi ji xortên kurd yên li Ewrûpayê dikeve serê te? Ew dikarin çi bikin?

– Ger ew bibin yek, ew dikarin her tiştî bikin. Yekîtî, divê hûn yekîtiyekê di nav xwe de çêbikin. A niha bi dehan kovar û rojname derdikevin, çira? Ma ger hûn werin ba hev û sê-çar kovar û rojnameyên bi kalîte derxin, ne çêtir e?

Heya ku ez li ba wê bûm, wê ji min re got, got û got. Destê min ji vê mirova gotinxweş, zarşêrîn, zana û rewşenbîr nedibû. Di mêvandariyeke kurt de wê ez hînî pir tiştan kirim, dîrokek ji min re got…

Banyas, 1987

Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bi sedan kes çû şîna A. Durre

ad

CHP ji Edîrne wêdetir dibe AKP

ad

PE'yê muzakereyên ligel Tirkiyeyê dan rawestandin

ad

Reqîbên Amed Sporê diyar bûn

ad

Xebatkarên Roj TV'yê li ber deriyê KE û PE çalakî li darxistin

ad

Endamên Juriya Festîvala Kozaya Zêrîn temam bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname