Diyarname
Koma Çarşi ya Beşiktaşê ku li ser meseleyên civakî, siyasî pankartan vedike, di maça îro ya Beşiktaş û Trabzon de de du pankart vekirin.
Çarşiyê ji bo mirina Necmettin Erbakan pankarta "Bila cihê te bihuşt be" vekir.
Hefteya borî di Lîga Kolombiyayê de, di maçekê de kundê ku maskotê tîmê ye firiya bû û ketibû nava sehayê. Di wê şaşbûnê de xwe li nav sehayê danîbû, lîstikvanekî jî pihînek lê dabû. Kundê bi wê lêdanxwarinê birîndar bûbû û gelek derdorî lîstikvan şermezar kiribû.
Digel ku kund rakirin nexweşxaneyê û ew derman kirin jî piştî du rojan ew hişk bû. Lîstikvan piştî vê yekê derket televîzyonê lêborîn xwest lê fêde neda.
Çarşiyê jî di maça îro de pankarket li ser vê yekê jî vekir û têde "Em hemû kund in" nivîsî.
Agahiya li ser maçê: Beşiktaş bi 1-2 li hemberî Trabzonê têk çû.
Vaye dîmena maça Lîga Kolombiyayê:


