Diyarname
Pêşnûmayeke zagonî pêşkeşî parlemenê kirin û têde xwestin ku cixare bi reçeteyê bê firotin.
Li Îzlandayê li ser cixareyê pêşnûmayeke hate amede kirin. Di pêşnûmayê de tê gotin ku bila cixare bi pêşniyara dixtor û bi reçeteya ku nivîsiye bê firotin.
Pêşnûmaya ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê yê Îzlandayê Siv Friedleifsdottir ve hatiye amadekirin. Ew dixwazin bi vê yekê bikaranîna nîkotînê bixin bin qontrolê û zerarên wê daxin asat herî hindik.
Her wiha pêşnûma pêşniyar dike ku buhaya cixareyê ji 8 dolarî derxin 26 dolarî.
Îzlanda di warê devjêberdana cixareyê de xebatên girîng dike. Li ser vê xebatê di 20 salan de sedî 50 kesên cixare dikişînin dest ji kişandinê berdaye.


