Diyarname
Çapemeniya tirk ev çend roj in dinivîse ku di nav BDP'ê de şikestinek heye û sedem jî nêrîna li xweseriya demokratîk nîşan dide. Çapemeniya tirk ku her dem xwestiye dubendiyê bixe navbera tevgera kurd careke din ketibû nava vê hewldanê, ji bo vê yekê Navê Şerafettin Elçi, Leven Tuzel, Leyla Zana, Altan Tan bikar dianî. Lê îro hem ji Elçî, hem jî ji Tuzel û bi ser de jî Selahattin Demirtaş axivî û gotinên çapemeniya tirk pûç derxistin.
Elçî: Xwerî modeleke dikare bê parastin min tenê dema wê rexe kir
Mebûsê Amedê yê Blokê Şerafettin Elçi li ser gotinên wî ku di çapemeniyê de derketine wisa go: "Ez tevî blokê tevdigerim. Lê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ez beşdarî Kampan li Wanê ya BDP li dar dixe nabim. Dibêjin 'Şerafettin Elçi ji BDP'ê vediqete'. Ez ji xwe ji partiyeke din im. Li ser xweseriya demokratîk jî min nirxandin kiribû. Bi koka xwe li gor min xweserî modelek ku dikare bê parastin. Tiştek şaş têde nîn e. Min tenê dema îlankirina wê rexne kir. Ez eşkere bibêjim meşa xwe ya tevî blokê ez didomînim û ez girîngî didim vê yekîtiyê."
Tuzel: Gotinên ku ez xweseriyê qebûl nakim derew in
Mebûsê Stenbolê Leven Tuzel jî got ku gotinên wekî 'hin mebûsên blokê xweseriyê qebûl nakin û dê di civîna Wanê de bêne qanîkirin' ku navê min jî xistine nava wan kesan derew in.
Tuzel wisa got: "Bêyî ji min bipirsin nûçeyên ku hatine çêkirin tu rastiya wan nîn e. Mixabin hin çapemenî dixwazin navbera mebûsên blokê xira bikin. Xweseriya Demokratîk ku KCD'ê 14'ê tîrmehê li Amedê îlan kir, biryara kurdên ku li welatê me dijîn a li ser daxwaza aştiyê û jiyana hevpar e. Berendamên blokê di dema hilbjartinê de ji bo çareseriya pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê xweseriya demokratîk anîne ziman û gelê me di vê çarçoveyê de piştgirî dane."
Demîrtaş: Hevalên me bi awayekî azad fikrên xwe tînin ziman
Serokê Koma BDP'ê Selahattin Demirtaş jî wisa got: "BDP partiyeke demokratîk e. Hemû hevalên me yên di nav partiyê de bi awayekî azad dikarin fikrên xwe bînin ziman. Birêz Şerafettin Elçi jî fikir û rexneyên xwe aniye ziman. Ger îro ew di nav AKP'ê da ba, ez bawerim ji ber fikra 'Cihê difikire' dê bihata îxrackirin. Yên ku bi salan dixwazin BDP'ê tevlihev bikin dê nikaribin ji vê derê tiştek bi dest bixin.
Demirtaş li ser civîna li Wanê jî wisa got: "Ji ber gurahiya kar em hemû nehatin cem hev û me dan û standin çênekir. Xweseriya demokratîk û boykota meclisê jî di nav de di vê civîna li Wanê de emê hemû pêşketinan binirxînin."


