logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Di axaftina zimanê kurdî de cihê dest û dev

Di axaftina zimanê kurdî de peyvên dest û dev cihekî balkêş digirin. Mirov li ser van her du peyvan kûr nebe, serî pêşîn

  • Dîrok: 25/08/2011
  • Beş: Serbest

Yaşar Eroglu

Di axaftina zimanê kurdî de peyvên dest û dev cihekî balkêş digirin. Mirov li ser van her du peyvan kûr nebe, serî pêşîn wekî peyvên baldar balê nakişînin ser xwe. Lê mirov kengê li ser kûr û hûr dibe dîmenekî balkêş derdikeve pêş.
Kengî ku min ji bo mijara xwe dest avêt ferhenga kurdî ku mînakan ji van peyvan bidim, qasî min hêvî dikir pir zêdetir serê made û paş madeyên van her du peyvan derket pêş min. Bi sedan peyvên bi riya dest û bi dehan peyvên bi riya dev ava bûne her wekî ferhenga kurdî dewlemend bikin tê de cih girtine. Ji ber vê jî mijara ku di serê min de dirûv girtibû hê zêdetir xurt û zelal kir. Min xwest ev dîmenê derketiye pêş min, ez li gorî têgihiştna xwe şîrove bikim û binirxînim.
Dest û dev tenê bi serê xwe peyvine serbixwe ne. Ji tu peyvan nehatine dariştin. Yanî em bêjin peyvine rayek(kok) in. Her yek organekî me dinimîne. Dest organê pêgirtin, karûbarkirin û hwd ye. Dev jî organê xwarin, vexwarin û nîvekî jî organê danûstana nefesê ye. Lê belê bi van peyvên rayek ve, bi sedan peyvên wateya wan cuda pêk tên.
Wek mînak:
Destavêtin, destdirêjî, destar, destmal, destik, destpêk
Destkevtî, destebirak, deste, berdest, bindest,
Serdest, destkêş, destevala, destteng, destxweş û hwd.

Devavêtin, devbela, devbenk, devberjêr, devdeling,
Devdevkî, devejeng, berdevk, dever, deverû,
Devzendik,  devgirêdayî, devgirêz, devgur, devgîle

Ji bo merama min der be, ev peyv çend mînak in û bes in. Bo nimûne min ferhenga tirkî jî nihêrî, di tirkî de jî hejmarên van her du peyvan jî pir in. Lê qasî kurdî ne berfiref in û mîna yên kurdî peyvên hevedudanî ne gelek in. Dibe ku di hin zimanan de berfireh bin, lê ez ne bawer im ku di her zimanî de ev her du peyv ew qas berfireh cih bigirin. Dibe di hin zimanan de jî peyvine din wekî rola dest û dev pêk aniye cih bigirin. Ez li ser vê yekê nesekinîme, nizanim. Di axaftin an jî ferhenga zimanê kurdî de berfireh cihgirtina her du peyvan bi qasî balkêşbûna xwe jî bû sedem ku ez serê xwe pê re biêşînim. Qasî ku min serê xwe pê re êşand, ez gihîştime hin encaman. Ev encamên ez gihîştime ne qetî ne, şîrove ne, fikrekê derpêş dikin û ji nîqaş û rexneyan re vekirî ne.

1- Dest û dev du organên girîng ên mirovan in. Ev organ bi xwe re nûneriyekê pêk tînin. Destavêtin bi wateya, tecawiz, namûsê re lîstin di ziman de cih girtiye. Ne peyveke razber (soyut) e, wekî  tecawiza di tirkî de ne razber e. Her wiha peyvên din ên bi dest û dev ve çêbûne jî wisa ne. Ev xwe dispêre awayê berhilîn û dariştinekê. Di wê pêvajoyê de, di mêjiyê fikirandina ser tiştan de pir rol dikeve ser van her du organan. Dest û dev pir çalak in. Ziman di dema dariştina peyvan de mêyla xwe ber bi wan dide û sembolîze dike. Ev peyvên di ferhengê de, di bin van xalan de cih girtine hemû jî mutleqe bi dest ve tên kirin an jî dema ziman wateyê lê bar dike bi dest û dev re têkiliyê datîne. Bi vî awayî hin peyv wekî mecazî pê re eleqedar dibin.  Wekî mînak, destteng, serdest, devgur, devbela bi vî rengî ne. Bi rastî dest bi awayê fîzîkî ne teng e. Ziman+mêjiyê axaftinê berdihilîne, bi dest re eleqeya wê datîne. Peyva teng li vir bêderfetiyê, neçariyê dinimîne. Dest rihet nazivire, nikare manewrayeke madî bike. Peyv bi giştî dibe mecazî wekî tengasî, bêîmkanî wate digire.
Peyva serdest jî wateya serwer, hikumran dihewîne. Wekî fîzîkî ew jî ne ser destan e. Lê ziman dest re têkiliya wê çêdike û wekî yên jor, gotin û hukmên wan derbas dibin, ji her kesî pêşdetir, dest nagihîjinê dide rûniştandin. Devgur şibandin e. Dema behsa gur û dev dikin, em dibêjin, devê gur. Lê em dişibînin, em dibêjin, devgur. Devgur ji mirovan re tê gotin. Devê mirovan qasî yê gur nabe, lê dema devê yekî li me xweş nehat an jî em pirole (mubelexe) bikin em dibêjin, devgur. Her wiha devbela jî wisa ne. Devê yekî nesekine, her tiştî li her derê û bi awayekî ne xweş biaxive, ziman bi dev re têkiliya wê datîne û  jê re tê gotin devbela.
Yên ku ne mecazî û şibandînî ne, rasterast wateya xwe didin der. Wekî mînak; destmal, destkêş, devbenk, devgirêz.
Destmal, dest dimalîne, paqij dike. Yekser wateya xwe dide.
Destkêş, bi dest kişandina hespan û hwd îfade dike.
Devbenk, benê devê çûwal û tûran terîf dike.
Devgirêz, devê bi girêz derpêş dike. Her sê jî yekser wateya xwe didine der. 

2- Ev xala duyemîn jî bi ya yekemîn re girêdayî ye. Zimanê kurdî zimanekî temsîlî ye. Kêliya morfolojiya zimanê kurdî di mêjî de çêbûye û ji dev re derketiye her peyvekê re nûneriyek dîtiye. Her tişt bi tiştekî din îfade kiriye. Bi taybetî jî nav. Dema mirov lê hûr dibe dibîne ku zimanê kurdî çiqas kevnar e. Ev xwe digihîne dema şkefta ku mirovên wê demê bi wêneyên heywanan meramên xwe radigihandine hev û wekî zimanê wêneyî bi kar anîne.
(Mînak kergû- kerguhş, kêrguh. Bi tirkî jê re dibêjin tavşan. Tirkî tu temsîliyeta tavşan tune ye. Em kurdî bêjin, ji ber ku guhên wê mezin in û dişibine keran ji wê heywanê re tê gotin kergû- kerguhşk- kêrgûh. Ev navan jî li gorî herêman diguherin.
Her wiha dûrbîn, kuling, gakovî, pezkovî, şêrgele û hwd.
Di vir de sembolîzekirineke gir-mezin- gir-çiya, tepe- şîrove bikim. Ji gir-mezin, kocaman- gir-tepe- hatiye dariştin. Giran-ağır- bi xwe re giran-mezin<êleke giran>, ağırbaşlı dariştandiye.
Gir’ê duyemîn navên navekî şibandî ye. Giran’ê duyemîn mecazî ye.)
Wekî peyv ketine ziman ji wan hinek guherîne, ji eslê xwe dûr ketine. Yên ji eslê xwe dûr neketine li gorî mantiq û mêjiyê zimanê xwe, ji xwe re nûneriyek dîtine û xwe spartine wê nûneriyê, bi vî awayî jî xwe dane nimandinê. Peyvên dev û dest jî bûne alîkarê wê nimandinê. Bi vî awayî dest û dev di zimanê kurdî de roleke giran girtine ser xwe.
Bala min nekişandiye lê belkî di zimanê kurdî de hin peyvên din ên mîna dest û dev hebin. Ez bawer dikim ku heman şîrove û nirxandin ji bo wan jî dikare bê kirin.

menasyasar@hotmail.com

***

Nivîsên Yaşar Eroglu yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û çend gotin
- Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin şaşiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

NAXWAZIM

ad

Kayûmê deriyê Dara girt

ad

Heyeta CHP'ê çû Başûr

ad

El Pais: Destûrê referandûmê nedin Katalon dê serxwebûnê ragihînin

ad

10 seran de trîlyonêke cixarey hamey rotişî

ad

Li Afganistanê êrîşê dibistanê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname