logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Leyla Zana ji Obama û Ban Kî-Mûn re name şand

Parlementera Amedê Leyla Zana derbarê konsepta di van demên dawiyê de li dijî Kurdan tê meşandin de ji Serokê DYE’yê Bar

  • Dîrok: 26/08/2011
  • Beş: Nûçe

AMED

Parlementera Amedê Leyla Zana derbarê konsepta di van demên dawiyê de li dijî Kurdan tê meşandin de ji Serokê DYE’yê Barrack Obama, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen, Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Ki-Mûn, Serokê Parlementoya Ewrûpa Jerzy Buzek- Serokê Konseya Ewrûpa Herman Van Rompuy û Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul re name şand.

Li aliyekê êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dike, li aliyê din Parlementera Amedê Leyla Zana ji rêberên cîhanê re name şand û bêdengiya wan a li hemberî van êrişan rexne kir.

Nameya Zana wiha ye:

''Weke tê zanîn li ser xaka Mezopotamyayê gelek çand, bawerî û gelên cûda bi hev re jiyane. Yek ji wan gelên kevnar Kurd in û malovanî ji hemû rengîniya çandî, etnîkî û baweriyan re kiriye û tu carî ji ber bawerî an jî zimanên cûda zordariyê li tu kesekî nekiriye. Her çendî li rastî hemû neheqiyên dîrokî hatibin jî, sebir û hebûna xwe parastiye, nîşan daye ku neteweyek mazlûm e.

Li cîhanê guhertin û veguhertinê pir lezgîn diqewimin. Rojhilat Navîn malovanî ji pêşketinên nû re dike, gelê me yê ku ji rastiya xwe ya dîrokî mehrûm mayî, hê jî nefes bi nefes û bi berdêla mirinê tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê dimeşîne.

Her çendî wisa bixuyê ku beşek ji pirsgirêkê çareser bûye jî, lê ji bo Kurdên Iraqê negihin statûyek siyasî, aşkere ye ku Tirkiye, Îran û Sûriye di nava yekgirtinek mezin de ne. Dema behsa Kurdan û statûya siyasî tê kirin, binpêkirinên maf û sînoran, bê ku bibêjin jin, zarok, zilam, pîr an jî kal, xanî û gund têne bombebarankirin, her wiha li hemberî operasyonên dersînor û êrişên hewayî, rayagiştî ya cîhanê bê deng e û li hemberî van sucên mirovahiyê bê deng dimînin û hema bibêje çavê xwe lê digirin, ev yek ji aliyê gelê me ve bi awayeke matmayî tê pêşwazîkirin. Di heman demê de mirov nikare vê rewşê fam bike jî.

Ev hêzane her tim di pozîsyona êrişkirinê de ne, li kû dibe bila bibe, ger nirxek ê Kurdan hebe, dixwazin wan nirxan tune bikin û ne karekterên sedsala 21’emîn û ne jî pîvanên wijdanê vê yekê qebûl nakin.

Herî dawî êrişa hewayî ya li ser Qendîlê pêk hat bû sedema tunebûna malbatek sivîl, ev êriş ji aliyê Alîkarê Serokwezîrê welatek ku dixwaze bibe ‘welatê model’ ê Rojhilata Navîn, ji bo bibe endamê Yekitiya Ewrûpa mûzakereyan dike ve hatiye parastin. Di daxuyaniya dayî rojnameyek netewî de dibêje “Êriş rewa ne, rast e û di cihê xwe de ye” û êrişa ku li dijî sivîlan pêk hat bi xwe parastiye (Bulent Arınç/Cihan Haber Ajansi/22.08.2011)

Ez dixwazim vê yekê bi xemgînî bibêjim ku heta ku Cîhana Rojava Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê weke mînaka Rojhilata Navîn nîşan bide, ew ê bi xwe jî her tim tundiya li hemberî Kurdan pêk tîne zêdetir bike. Gumana min ew e ku, rejîmên dîkta yên li Rojhilata Navîn hildiweşin û em bi dîktayek din re rû bi rû bimînin. Zoriyê li beşên civakê yên ku weke wî nahizirin dike, kesên ku li hemberî bûyeran helwesta wan ne wek ya wî be, li hemberî wan helwest digire û ev yek nîşaneya vê yekê ye. Divê mirov doza girtina Roj Tv ya ku bi keda gelê Kurd ên li çar hêlên cîhanê û bi gelek zimanan weşanê dike divê çarçoveyê de binirxîne.

Bi kurtî, êrişên leşkerî, siyasî, dîplomasî û ya herî girîng êrişên bê sînor ên li hemberî gelê me hemû li ber çavên rayagiştî ya cîhanî ye. Cîhana Rojava ya ku xwedî ezmûn êşên bi hezaran salane û bi van êşan nirxên gerdûnî afirandine, bi ya min tu carî evqas vala nebûye.

Weke aliyê Kurdan, hemû hewldanên me ji bo peydakirina çareseriyek demokratîk a ji bo pirsgirêkê ye. Birêz Ocalan ji sala 1993 û vir ve bi dehan car çekan bê deng kir û ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd zemîn afirandiye. Ji bo pirsgirêkê bi vî awayî çareser bike rayagiştî ya xwe jî li gor vê îqna kiriye.

Dewletê di hemû deman de helwestek nerênî nîşan daye û pêvajoyê vala derxistiye, firsendên ku hatin afirandin ji nedîtî ve hatiye. Her di meseleya pênasekirina pirsgirêkê de berxwedêriyek dijwar nîşan daye û di her carekê de tundiyê weke yekane rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurd dîtiye û pêk aniye.

Birêz Serok,

Niha hemû mirohiya cîhanê şahid e ku li ser vê erdnîgariyê nêzî du sed salan şer û pevçûn hene, êdî her kes li benda aramiyê ye. Divê erdnîgariya Kurdistanê nebe Filîstineke duwemîn. Divê tu kesek mînaka Srî Lankayê neyne hişê xwe jî. Berovajiyê vê, wê ev yek bibe sedema tevlîheviyên civakî û şerên etnîkî. Wê ev yek aşitiya cîhanî û mirovahiyê ber bi karesatên mezintir ve bibe.

Hêvî û xwesteka min ew e ku hûn hem di çarçoveya wijdana xwe de û hem jî di çarçoveya peywira xwe de tişta pêwîst dike bi cih bînin.

Li gel rêzdariyên min.''


Ji ANF'ê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Çar kêm çar zêde" Bindarûka Mem Zînistanî

ad

Berpirsê saziya ku Xelata Nobela ya Aştiyê girt: Çekên nukleer hebin, aştî çênabe

ad

Pêşfînal hat: Barselona û PSG bûn reqîbên hev

ad

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

ad

Sî romanên kurdî yên serketî

ad

Di Parlemena Nivîskarên Ewropayê de nivîskarên kurd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname