Diyarname
Li Arjantînê biryar hat girtin ku wêneyê gola lîstikvanê efsanewî Diego Armando Maradona ya ku bi dest avêtibû Îngilistanê li ser pereyên welat tomar bikin.
Senator Norma Durango pêşniyarname daye meclisê û gotiye ku li ser pereyên wan peso yên hezar peso ku dê nû derên û li ser pûlên ji bo bîranînê ev wêneyê gola Maradona bê bicih kirin. Li gor çapemeniyê xwestiye li aliyeke hezar pesoyê ev wêneyê gola Maradona, aliyê din ê pere jî portreya rûyê Maradona hebe.
Hatiye gotin ku bi vê yekê hem dixwazin îdola xwe bidin nasîn, hem jî difikirin ku tûrîstên bên Arjantînê dê vê pereyî bigirin û ligel xwe bibin welatê xwe, bi vê yekê jî dê bandoreke erênî li aboriya welat bike.
Li ser pêşniyarnameyê tê gotin ku di destpêka sala nû de dê nirxandin bêne kirin û biryar bê girtin.

***
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo Maradona got: Ez ji bo wî tecawizkarî hurmetê nîşan nadim
- Gelo di encama îhmala doktor de Maradona mir?
- Fotoyê rojê: 'Mara' û 'Dona'
- Fîlmên ku li ser Maradona hatine kişandin
- Efsaneyê dinyayê Maradona şopeke mezin li dû xwe hişt û çû


