logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo

Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo ya sala 1986´an çapbûyî sala 1995´an bi tîpguhêziya ji kîrîlî ya Nacî Kutlay sala 1995´an bi ç

  • Dîrok: 17/01/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman GULDIVÊ*

Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo ya sala 1986´an çapbûyî sala 1995´an bi tîpguhêziya ji kîrîlî ya Nacî Kutlay sala 1995´an bi çapa Nûdemê gihîşt ber destê xwînerên kurmanciya bi tîpên latînî. Kesê bixwaze dikare vê çapê li ser înternetê peyda bike. Sala 2016´an Weşanên Nûbiharê ew ji nû ve çap kir.

Di vê romanê de Egîdê Xudo behsa gundekî kurdan ê li Ermenistanê dike di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û pêvajoya piştî şerî de. Mirov dikare bi hêsanî bipirse, çima Egîdê Xudo piştî şerî bi 40 salan roman wisa daye weşandin. Ji bo vê jî gava mirov berê xwe bidiyê, mirov pê dihese ku mesele ne şert û mercên Şerê Cîhanê ne, lê mesele daketina bi adetên civaka êzîdî ya li gundên kurdan ên Ermenistanê ye. 

Belê behseke li ser şer heye ku şerî û serketina beramberî faşîzma alman pîroz dike, berdêlên dayî ji bo yên mayî jî rewa dike. 

Ez ê bi tu rexneyên li ser romanê danekevim. Ez ê bi pirsgirêkên tîpguhêzî û redaksiyonê jî danekevim. Meseleya min jî jixwe ne ew e. Lê ez ê xwe li fêmkirina sedemên nivîsandina romanê biceribînim. Ji ber wê jî divê berê xwe bidimê ka çima wekî zemanê destpêkirina Şerê Cîhanê hatiye tercihkirin. 

Mesele ew e ku dayikeke ne kurd û ne êzîdî, wê kurê xwe yê pitik, li gundekî kurd û êzîdî bihêle û biçe. Şert û mercên vê jî wekî zeman zivistaneke dijwar a dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye diyarkirin. Lê dîsa jî têra xwe maqûl nîn e. Pirsa çima jineke rus zivistaneke dijwar bi pitika xwe re berê xwe dide gundekî Ermenistanê yê kurdan, wê di temamê romanê de bêbersiv bimîne. Lê dîsa jî dema şerî maqûltir bûye ji bo ku ev bûyer biqewime. Em dikarin wisa qebûl bikin ku nivîskar ji bo ku karibe hinekî serpêhatiyên di romanê de maqûl bike, ew zeman tercîh kiriye.

Di nava romanê de ji destpêkê heta dawiyê tesîra adetên kurmanciyê, hem li ser civakê û hem jî li ser karakteran yek bi yek heger behsa wan bê kirin, diyar dibe. 

Karê jineke ciwan a bi dergistî, li mala sêwiyan a li gund kar dike, û ev pitika hanê di stûyê wê de dimîne. Dergistiyê wê di şer de dimire, ew bi tena serê xwe ye, lê axir şû bike jî, mêrê wê di encama qezayekê de dimire. Navê kurikê di stûyê wê de mayî Saşa ye. Nivîskar mesela eslî li dor Saşa dihûne. Lewma Saşa wekî kurê Karê mezin bibe jî, taliya talî, ew ne êzîdî ye. 

Ev meseleya "adetên miletiyê" ji serê romanê heta binê wê, her bi rengekî heye. Gava dergistiyê Karê dimire, gava zarokek di stûyê wê de dimîne, gava Karê şû dike, tim û tim nivîskar meseleya "adetên miletiyê" tîne ber xwendevên. Yanî em dikarin bibêjin, sedema nivîsandinê ya eslî ev adetên miletiyê ne. Lê ne ku nivîskar ji wan nexweş e. Berevajî, nivîskar pirr bi dîqet gava karakterên wî ji wan adetên miletiyê aciz jî bin, bi rengekî bi wan dide gotin ku adetên wan ên miletiyê bi pirranî çê ne, bi kêra civakê tên.  

Karaktera yekser rexneyan li adetên miletiyê digire, Sîsê ye. Keça dil ketiye Saşa (bi navê xwe yê kurmancî Îsko). Her du dixwazin bizewicin lê dê û bavê Sîsê ji tirsa adetên miletiyê newêrin zewacê erê bikin. Li vir û li wir li fitûyan digerin. Xwendeyên ji derve, yanî karker û rêveberên mala sêwiyan û mamosteyên dibistanê, hinekî tesîrê li wan dikin. Rûspiyên gund jî hinek dixwazin dê û bavê Sîsê qaneh bikin. Lê ew li xebera şêxê xwe dinihêrin. Ji ber hazirnebûna wî ya di civanekî de, ew newêrin, zewacê erê bikin. Lê taliya talî bi erêkirina şêxî re, ew jî zewacê erê dikin. 

Di vir de em dibînin ku karakterên nivîskar eşkere sînorekî ji xwe re datînin di meseleya guhertina hin adetan. Ew sînor jî ew e ku karakterên erêkerê zewacê hemû jî îşaret bi wê yekê dikin ku Saşa di nava wan de, bi adetên wan wekî yekî ji wan mezin bûye, ji ber wê jî li ber zewaca wî divê asteng nebe. Yanî rexneyeke hişk li adetan nîn e, tenê fitûyek ji rewşeke taybet re heye.

Bi ya min dê û dêmarî di romanê de tenê li kêleka vê meseleya eslî maye. Hevdîtina dayika "helal" û Saşa di dawiyê de wekî xemla dawiyeke xweş hatiye bicihkirin.

*10.01.2021, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Festîvalê bi merasimekê deriyê xwe vekir

ad

Sami Tan hat berdan

ad

Karayalçin ji CHP'ê dibe berendam

ad

Fîlmên Metrajdirêj ên Festîvala Amedê diyar bûn

ad

Erdem: Li Amedê dê DTP bi ser bikeve

ad

Saet 18.51: Li 6 bajaran Blok li pêş e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname