logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  2. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
  3. Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin
  4. Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
  5. Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû
news-details

Yek jê kurd, sê pêşengên jin ên tibê

Bijîşkên pêşî yên jin ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dîploma wergirtî yên Hindî, Japon û Kurd, wexta nû d

  • Dîrok: 05/03/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Bijîşkên pêşî yên jin ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dîploma wergirtî yên Hindî, Japon û Kurd, wexta nû dest bi xwendinê dikin, wêneyekî wan hatiye girtin. Di vî wêneyî de hersê jin jî bi cil û bergên xwe yên gelêrî xuya dikin. Wêne ji sala 1885'an e. Yek ji jinan ji Hindistanê, ya din ji Japonya û ya dawî jî Kurd e ji Sûriyeya îro. Herçî ya Kurd e, em gelek kêm agahiyan li ser wê dizanin. 

Pêr Kangana Ranaut, hunermenda Hindî ya ku tenê di ser twitterê de 3 milyon mirov wê dişopînin, wêne parve kir. Wê henekê xwe bi xwendekarên îro yên ji welatên cihê yên li Emerîkayê dixwînin, kir û got, "wanê şalên jeans ên Emerîkî yên kevinbûyî û blûzên weke merşan li xwe bikira" ku ti maneyeke wan a din nebû ji bilî "berxwuriya ji bazara Emerîkî". Em ê li vir bi aliyên vê henekpêkirinê û piçûkkirinê danekevin; tevî ku di serdema globalbûnê de gelek aliyên wê bi xwe jî hene, û bi xwe jî tê rexnekirin. Lê ka em li wêne û li her sê jinên tê de binihêrin.

Ev wêne cara pêşî sala 2014'an derket holê, gava ku xwendekareke doktorayê li agahiyên li ser emeliyatên guhan ên sedsala 19'an dikola, di arşîva online a Bêşê Tibê yê Zanîngeha Drexelê de rasta wêne tê. Lê wêne di arîvê de hatibû bicihkirin, yanî ne wenda bû, tenê haya me jê nebû. Ev xwendekar Jaipreet Virdi-Dhesi bû û wê heman salê wêne di ser bloga xwe re parve kir. Di wêne de sê xwendekarên jin ên Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê hene. Yek jê Anandiben Joshi ye, bijîşka jin a yekem a bi dîploma a ji Hindistanê. Ya dinê Keiko Okami ye, yekem bijîşka jin a bi dîploma li Japonyayê. Ya sêyem Sebat Îslambûlî ye, muhtemel e ku bijîşka jin a bi dîploma a pêşî ji welatê Osmaniyan be, belê ew Kurd e, yan jî nîv Kurd û nîv Cihû ye, yan jî Kurdeke Cihû ye. Lewma bi navkirinên nasnameya wê bi vî rengî diguherin. Axir ew ji Sûrî, ji Şamê çûye Emerîkayê ji bo xwendinê û piştî ku mezûn dibe jî pêşî vedigere Şamê. Wêne 10'ê Cotmeha sala 1885'an li odeya qebûlê ya dekantiya zanîngehê hatiye girtin. Hingê li DYA'yê mafê jinan ê dengdanê nebû û jin nedihatin teşwîqkirin ku bixwînin jî.

ANANDIBEN JOSHI

Anandibai Joshi yan jî Anandîbay Coşî yekem jina Hindistanî ye ku xwendina xwe ya tibê li zanîngeheke rojavayî qedandiye. Tevî Kadambînî Gangulî, ew bû pêşengek ji bo îlhamê bidin jinan da ku di meydana tibê de li Hindistanê cihê xwe bigirin. Mêrê wê Gopalrawo Coşî, yê ku ew 9 salî pê re zewicî, ew teşwîqî xwendina li zanîngehê kir.

Hîna 14 salî, pitika Anandîbay Coşî ya nû jê re çêbû, mir. Sedem jî nebûna miqatebûna tibî bû. Ji ber wê, wê biryar da ku tibê bixwîne û mêrê wê jî destek dayê û ew teşwîq kir. Wî ji dil destek dayê da ku li DYA'yê bixwîne û bi mîsyoneriyeke li Philadelphiayê re ew şand DYA'yê.

Ew hîna 19 salî bû wê dîplomaya xwe wergirt ji Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê. Lê mixabin ew hîna 21 salî dimire, bêyî ku karibe hekîmiyê bi rastî bike. Lê dîsa jî ew ji bo gelek jinên ciwan bû îlham ku li zanîngehê bixwînin. 

KEÎKO OKAMÎ

Keîko Okamî jina yekem a ji Japonyayê bû ku dîploma xwe di tiba modern de wergirt. Ew sala 1858'an li wilayeta Aomorî hatiye dine. Ew sala 1878'an ji Dibistana Keçan a Yokohama Kyorîtsu mezûn dibe û paşê li Dibistana Keçana Sakuray jî Ingilîzî dixwîne.

Ew 25 salî bi mamosteyekî huner re dizewice û diçe DYA'yê. Wê xwendina xwe ya tibê li DYA'yê bi alîkariya Civaka Jinan a Mîsyoneriya Biyanî ya Dêra Presbyteriyan qedand. Piştî xwendineke 4 salan wê dîplomaya xwe 1889'an wergirt.

Ew vegeriya Japonyayê piştî xwendina xwe û li Nexweşxaneya Cîkey xebitî. Li gorî rîwayetê, wê ji karê xwe îstîfa kir, piştî ku împaretor red kir jinek wî derman bike. Wê piştre klînîka xwe bi xwe vekir li Mînatoyê. Ew hem jînekolog bû û hem jî pispor bû di dermankirina jana zirav (tuberkulozê) de. Wê wekî din dersa anatomiyê da hemşîreyan.

Wê sala 1897'an tevî hevaleke xwe nexweşxaneyek ji jinan re vekir, lê piştî bi neh salan ji ber ku jinên Japon neçûn nexweşxaneyê, nexweşxane tevî dibistana hemşîretiyê girt. Piştre ji ber pençeşêra sîngê bi temamî dev ji kar berda.

SEBAT ÎSLAMBÛLÎ

Sebat M. Îslambûlî*, yek ji bijîşkên jin ên pêşî yên ji împaretoriya Osmanî ye ku zanîngeheke tiba modern mezûn bûye. Ew xwe weke Kurd bi nav bike jî, li gorî agahiyên li ser wê, ew ji malbateke Kurd û Cihû ye. Ew sala 1890'î ji Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê mezûn dibe. Wêneyekî wê yê din jî heye ku ew tevî xwendekarên jin ên di sinifa xwe de, tê de xuya dike. ev wêne jî sala 1885'an e. Di wêneyê li dekaniyê de li ber lingê Sebat Îslambûlî qanûnek heye. Em jî bivê nevê ji xwe dipirsin, gelo ew qanûnjen bû, yan wênegir oryantalîzma xwe wisa daye der. 

Li gorî agahiyên kêm ên li ser wê, diyar e ku ew piştî mezûn dibe, vedigere Şamê. Ew piştî Şerê Cîhanê yê Yekê (sala 1919'an) bar dike û diçe Qahîreyê. Ev agahiyên kêm jî ji lîsteya mezûnên Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê hatine girtin. Em ji wir fêr dibin ku ew sala 1941'ê li Qahîrê wefat dike. Li gorî heman agahiyan paşiyên wê îro lil Kanadayê dimînin.**

Axir di nava hersê jinan de ya herî kêm agahiyên me li ser hene, ev jina Kurd Sabat Îslambûlî ye. Agahiyek heye ku ji hevalên wê yên pê re xwendî em fêr dibin: Di dema dersan de jî wê kiras û xeftanê xwe yên ji hevrişm li xwe dikirin.***

Em nizanin ka wê hekimî kir yan na. Heger kir, li ku û çawa kir.

* Di hin belgeyan de navê wê Sebat Îstanbûlî ye. Di arşîva wêne tê de hatiye peydakirin, navê wê weke Dr. Tabat M. Islambooly hatiye nivîsin.

** https://web.archive.org/web/20180807003143/http://www.andfaraway.net/blog/2013/12/23/sabat-istanbuly-female-student-at-the-womens-medical-college-of-pennsylvania1885

*** https://www.thetriangle.org/snowball/the-graduates/

Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Pira Ciwanên Şoreşger' dîsa vedibe

ad

Dêrsim spor jî bû şampiyon

ad

Tahîr Elçî bi pêşangeha 'dengê azadiyê' hat bi bîr anîn

ad

Ecêba herî mezin li Batmanê li dar ket!

ad

YE: Operasyonê bi dawî bikin

ad

Bi wêneyan dengdayîna Hilbijartina 2011'an

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

  • 27 10 2026
news

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

  • 27 10 2026
news

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname