logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hay ji ava xwe hebin

Îro Roja Avê ya Dinyayê ye. Li dinyayê kişwer diguhere, talûkeya ziwayî heye. Vane hin agahî...

  • Dîrok: 22/03/2021
  • Beş: Serbest

Diyarname

Îro Roja Avê ya Dinyayê ye. Li dinyayê kişwer diguhere, talûkeya ziwayî heye.

Neteweyên Yekbûyî di sala 1993'yan de ev roj wekî Roja Avê ya Dinyayê ragihand. Ji wê rojê de her sal îro balê dikişînin ser rewşa avê. Li dinyayê balê dikişînin ser avê. Li Tirkiyeyê jî di vê rojê de av mijara saziyên sivîl e.

'AV MAFÊ JIYANÊ YE'

Saziyên sivîl di vê rojê de li Îzmîra Tirkiyeyê li ser ÎZSU'yê hatin ba hev. Mebûsa HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay jî piştgirî da saziyên sivî. Serokê Meclisa Bajêr a Konakê Hamit Mumcu axivî û diyar kir ku îsal mijara bingehîn "Qîmeta avê" ye. Mumcu diyar kir ku li Îzmîrê çavkaniyên avê di talûkeyê de ne. Mumcu li ser avê wisa got: "Av mafê mirovan e û her kes divê wekhev bikaribe xwe bigihîne avê. Av divê neyê arizîkirin"

Her wiha Îzmîr Yaşam Alanlari jî daxuyanî da û got ku li gor texmînên fermî di sala 2030'yî de Tirkiye ji aliyê avê ve dê bibe feqîr.

PÊŞÎLÊGIRTINA ZÊDE XERCKIRINA AVÊ

Di vê rojê de Serokê Heyeta Mutevellî ya Weqfa Pêşîlêgirtina Bêsebe Xerckirina Avê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Aziz Akgul ji bo pêşîlêgirtina bêseb xerckirina avê rêgezên 3-7-10 pêşkêş dike û dibêje: "Emê li malan kaniyê (mislixê) vekin, 3 saniye destê xwe şil bikin û bigirin. Piştî me dest sabûn kirin emê kaniyê 7 saniyeyan vekin û sabûnê jê bibin. Bi vî awayî emê tenê 10 saniya kaniyê vekirî bihêlin, bi vê sedî 50 emê pêşî li ava bêsebeb tê xerckirin bigirin."

5 QAT û 10 QAT

Akgul dibêje li gor sedsala 19'an de 5 qat nifûs zêde bûye lê di warê xerckirina avê de ne 5 qat 10 qat zêdetir av tê xerckirin. Ew van lê zêde dike: "Li hemû dinyayê sedî 71'ê avê, li Tirkiyeyê sedî 73'yê avê ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li dinyayê sedî 11 av ji bo bikaranîna li mal tê veqetandin, li Tirkiyeyê ev rêje sedî 16 e. Em ava xwe bi berhênan û rast bikar bînin emê pêşeroja xwe biparêzin. Tesarûfkirina avê rêya herî baş a ji bo hawirê û rêya herî erzan a xwe gihandina avê ye."

2030'YÎ DE AVA TIRKIYEYÊ

Li gor DSÎ (Karên Avê yên Dewletê ya Tirkiyeyê) di sala 2030'yî de serjimariya Tirkiyeyê dê bigihîje 100 mîlyon kesî. Serê kesîu 1,120 metrekup av dê bê bikaranîn û ev yek dê bibe sedem ku Tirkiye kêmasiya avê bikişîne.

'QÎMETA AVÊ'

Serokê Giştî yê TZOB'ê (Yekîtiya Odeyên Zîreetê ya Tirkiyeyê) Şemsi Bayraktar di daxuyaniya xwe de gotiye ku Neteweyên Yekbûyî sala 2021'ê bi mijara "Qîmeta Avê" girtiye dest û gotiye ku ji ber guherîna kişwerê qîmeta avê zêdetir hatiye dîtin. Bayraktar dibêje 20 sal berê li Tirkyeyê serê kesî 1653 metrekup av diket, niha ev daketiye 1346 metrekupê û diyar kiriye ku Tirkiye ber bi 'feqîrê avê' ve diçe.

20 MILYAR METREKUP AV BÊ SEBEB DIÇE

Şêwirmendê zanistê yê TTKD'yê (Komeleya Parastina Tebîeta Tirkiyeyê) û pisporan golan Dr. Erol Kesici jî wisa gotiye: "Tirkiyeyê di 60 salên daWî de ji 60'î zêdetir cihên avî bi qasê Behra Marmarayê ji dest dane û ew der ziwa kirine."

Kesici wisa gotiye, "Li gor lêkolînan potansiyela Tirkyeyê ya avê ya ser erd û bin erd salane 112 mîlyar metrekup e. Ji vê potansileyê 44 mîlyar metrekup ji bo çandinî, 13 mîlyar metrekup ji bo vexwarin-bikaranînê tê xecrkirin. Lêkolîn nîşan didin ku ji ava di çandiniyê de tê bikaranîn jê 20 mîlyan metrekup belesebeb tê xerckirin, yanê îsraf dibe. Ji ber vê yekê ji dêvla vê cure avdanê, divê pergala avdaneke bizanebûn bê bikaranîn."

Dr Kesici gotiye ku salane 3.4 mîlyon kes ji ber nikarin xwe bigihînin ava vexwarinê dimirin.

HIN PÊŞNIYAR

- Sebze û mêweyan nedin bin kaniyê û avê xerc nekin; wan bixin nava firaqek ku av têde ye û wê avê nerijînin, bi wê kulîlkan av bidin.

- Firaqan berî bixin makîneya şûştina firaqan wan bi deqîqeyan li ber kanî neşon. 

- Firaqên xwe li ber kanî neşon, bixin makîneyê, bila ew bişo. Makîneya we dema tam tije bû bidin xebitandin,

- Dema serşûştinê bila 10 deqîqeyî derbas neke.

- Dema hûn diranên xwe firçe dikin, yan jî traş dibin kaniyan bê sebeb neherikînin.

- Kaniyên xwe bi yên kêm avê diherikînin û yên bi sensor in biguherînin.

- Ji bo avdana bexçeyê amûrên avdanê tercih bikin. Bi vî awayî hûnê hindiktir avê xerc bikin.

- Li hemberî ava qaçax kaniyên xwe û kaniyên tiwaletan qontrol bikin.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pakêtek şîr dan zarokan û ew nexweş kirin!

ad

'Kurdeçîrok'a 7'an derket

ad

Xatirxwestina piştî 16 salan

ad

Fîlmên Kurdî li New Yorkê ne

ad

Îngilistan jî derbasî nav 16'an bû

ad

Ji Hesarê heta bi Swêdê Cegerxwîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname