Diyarname
Hevserokê berê yê HDP'ê siyasetmedar Selahattin Demirtaş îro bi twîtek banga piştgiriya kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî kir.
Du saziyên sivîl, Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî 22'yê reşemiyê Roja Zimakê Zikmakî kampanyaya berhevkirina îmzeyan dabû dest pê kirin. Kampaya heta 15'ê gulanê dê bidome. Ew dixwazin zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Ji bo vê yekê hem bi awayekî fîzîkî, hem ji ser online îmzeyan didin ser hev. Îro Demîrtaş twîtek weşand û banga piştgiriya vê kampanyayê kir. Demîrtaş wisa got, " Çerkeçî, boşnakî, pomakî, ubihçî, kurdî... Hemû zimanên zikmakî xweşik in. Ew hurmetê, azadiyê û ewlehiya zagonî heq dikin.
Ev kampanyaya ku ji bo kurdî hatiye dest pê kirin. Ez hêvî dikim hûnê piştgiriyê bidinê."
Ji bo kesên bixwazin piştgirî bidin lînka kampanyayê ev e: