Diyarname
Erol Demîroz ê ku li Amedê hatibû dinê, di fîlmên wekî "Kerî", "Demsalek Li Hekarî" û gelek fîlmên din de lîstibû ji ber qansêrê mir.
Lîstikvanê sînema û şanoyê yê navdar Erol Demîroz di 81 saliya xwe de ji ber qansêrê mir. Demîroz di sala 1940'î de li Amedê hatibû dinê. Piştî xwendina seretayî li Enqereyê Îktîsadî Tîcarî Îlîmler Akademîsî dixwîne. Di sala 1961'ê de li Navenda Giştî ya Halkevlerî dest bi şanoyê dike. Di sala 1968'an de li Şanoya Hunerê ya Enwereyê karê lîstikvanî û derhênerî dike. Paşê ligel lîstikên şanoyê, di gelek fîlmên metrajdirêj de jî dilîze. Fîlmê Zekî Okten "Suru" (Kerî), yê Erden Kiral "Hakkari'de Bir Mevsim" (Demsalek li Hekarî), "72. Koguş", "At", "Yilani Oldurseler", dîsa di van demên dawî de di fîlmên Mahsun Kirmizil "Mucize", "Guneşi Gordum", "Beyaz Melek" û her wiha di gelek fîlmên de lîst.
Demiroz 18'ê mehê ji ber qansêrê mir û cenazeyê wî li Enqereyê defin kirin. Derhêner Mahsun Kirmizigul ku di çend fîlman de ligel wî xebitî piştî wefata wî ev peyam belav kir: "Me bavê xwe, Hostayê mezin ê şano û sînemayê Erol Demiroz ji dest da. Ji bo min kekek, bavek, hostayek, hemşeriyek bû. Helwesta te, fikir û esaleta te, mirovatiya te gelek tişt da me."


