Edîb POLAT
Di jiyana kurdan de mehkûmî, isatî û firarî cihekî pir girîng digre. Heta 40-50 sal berî niha, kesên ku ji ber hêzên dewletê bûbûn firar, qaçax an mehkûm, bi lehengiyên xwe dibûn efsane. Hin ji van mêrxasan: Hemîdo, Hekîmo, Gome, Şêx Fexrî, Şêx Evdilqudûs û Seydxanê Kerr e. Yek ji wan hebû ku nav û dengê wî li dinê belav bûye û bûye mijara kilam, roman, helbest û fîlman, ew Koçero ye.
Gava ez zarok bûm, kilama Koçero ji aliyê dengbêj Salihê Beynatî û Mahmûd Qizil ve dihat gotin. Tê bîra min hin peyvên wê kilamê wiha bûn:
Suwaro, suwaro, suwaro, suwaro,
Lo lo Elî, xwediyê bavê mino hêdî bajo bigiranî,
Min digot serê vê sibekê, berê vê êvarê ranebe, berê xwe nede
Çiyayê Bêkendê, kêşa Xerza, lo bi mêvanî,
Wê di te re derê serê Koçero kekê Nesredîn, lawukê Silîvanî,
Wê te bikuje, heşra te rake li ser serê te bike kafirstanî…
Hêdî bajo bigiranî…
Yilmaz Guney bi navê “Daglar Krali Koçero” fîlmek kişandibû, min derfet nedît temaşe bikim, çiqas jiyana Koçero kiriye mijar û aniye ser perdeyê nizanim, lê ev nav ji wê efsaneyê çavkanî digre. Her wiha Selda Bagcan jî stranek li ser Koçero dibêje. Wekî roman, destan an çîrok di vê mijarê de min pirtûk nedîtibûn, heta Cîhan Yildirim bi navê “Daglarin Efendisi Koçero”(*) berhem neweşand. Belê, Cîhan Yildirim wekî cure “roman” daye nîşandan berhema xwe. Lê mirov dikare bêje ew hem roman e, hem serpêhatî ye, hem jî çîrokek dirêj e. Heke ji min were pirsîn, ez dê bêjim ew cureyek realîst e, mirov dikare wekî destan jî binivîse.
Mamoste Cîhan ji Misircê ye, Koçero li herêma wî jiyaye, belkî lewma meraq kiriye, li ser wî lêkolîn pêk aniye. Pirtûka bi navê Koçero ewil di Weşanxaneya Orîent de daye weşandin. Di demek kurt de çapa ewil xelas bûye, di dawiya sala 2010’a de pirtûkê di ber çav de derbas kiriye û çapa duyem di nav Weşanên Ava de derxistiye.
Hîkayeta bûyerê ji rastiyê bingeh girtiye, lewma pirtûkek realîst e. Vebêjî ji derketina Koçero ya çiyayê Bêkendê dest pê dike, piştre ew ji xwe re grûbek dicivîne, di nava wê grûba mahkûman de Şerîfo û Elo (Elîko) jî hene. Elîko beriya bibe firar dilê xwe dike keçikek bi navê Peyrûzê. Ew pir li dora wê digere, lê Peyrûzê ji ber hin sebeban wî qebûl nake, di wê demê de Şerîfo nas dike. Gava ew û Şerîfo çav bi hev dikevin di nava wan de eşqek bêhempa dest pê dike. Ev eşqa wan çiqas diçe bi pêş dikeve û di encamê de bi alîkariya Koçero ew dizewicin. Peyrûza bûk li gundekî bi cîh dikin, dê û bavê wê, wê qebûl nakin û ew ji bo xatirê evîna xwe dev ji malbatê ber dide. Dilê her du evîndaran dikeve cih, ew digihîjin miradê xwe, lê Eloyê dilketiyê Peyrûzê bi vê bûyerê re derbeke mezin dixwe, xwe şikestî dihesîne û naxwaze dev ji dilketiya xwe berde. Lewma jî digel ku ew di nava grûbekê de ne jî, ji Şerîfo kîn û buxd digre. Koçero nikare wan li hev bîne. Di demek ku Koçero diçe cem malbata xwe, Elo li ser nimêjê keysê li Şerîfo tîne û wî dikuje. Lê kuştinek çewa? Bi taht û zinaran cesedê wî parçe dike, xereza dilê xwe ya li evînê barkirî bi vî awayî derdixîne holê. Çek û dûrbîna wî digre û diçe cem Peyrûzê. Gava Peyrûzê çav bi dûrbîn û çeka mêrê xwe dikeve, nas dike, fam dike ku Şerîf hatiye kuştinê. Bi rojan li cesedê Şerîfo digerin, di encamê de Koçero dibîne û sonda girtina heyfa wî dide Peyrûzê. Elo êdî ji grûbê diqete û direve, lê Koçero dide pey şopa wî. Heta ku rojekê hîn dibe ku ew li gundekî bûye mêvan. Koçero kêmîn davêje pêşiya Elo, di kilamê de wiha tê gotin:
“…Koçero kekê Nesreddîn ji hindav de rabû piya,
Destekî avêt dizgîna hespê,
Destekî avêt tivinga Elemanî
Ji milê Elo danî,
Got ‘lo lo Elo hevalê xayîn bêbextê ji mala bêbexta,
Min hevalê xwe Şerîf teslîmî te kir,
Lê te li ser nimêja sibê keys lê anî,
Derbekî li bejnûbala wî danî,
Te qet negot dê rojekê di min re derê
Serê Koçero kekê Nesredîn lawukê Silîvanî…
Û di neqebê de wî dikuje, tola Şerîfoyê destbirakê xwe hiltîne.
Kuştina Koçero jî trajediyek mezin e; li gor ku Cîhan Yildirim nivîsiye piştî ku ew heyfa Şerîfo distîne demekê tenê dimîne, biryar dide ku biçe qampa petrolê ya Batmanê û di roja belavkirina miaşê personelan de wê derê bişêlîne. Bi kincên assubayekî dikeve hundir, lê mirovekî wî nas dike û wî dişopîne. Berî ku Koçero şêlandinê pêk bîne, nûçe digihîje qereqolê û hawirdorê wî dorpêç dikin. Koçero teslîm nabe, ji nişke ve bêrikan direşîne hawirdorê. Leşker wî li wê derê dikujin.
Wêjeya gel di edebiyata kurdî de xurt e; hin ji wan bingeha xwe ji wêjeya devkî digrin. Kerr û Kulik, Sîyamed û Xecê, Dewrêşê Evdî, Evdalê Zeynikê, Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariyan çend mînak in. Lê hêj gelek mêrxas û efsaneyên kurdan yên ku me li jor navên wan dabû li benda nivîsîna çîroka jiyana xwe ne. Her çiqas berhema Cihan Yildirim bi tirkî ye û ev yek tam û çêja edebiyata gel a kurdî nade famkirin jî, gelek têgeh, hêma û şêweyên jiyana kurdî di nav xwe de dihundirîne. Hêviya me ew e ku rojekê Koçero bi zimanê gelê xwe were nivisîn.
(*) Dağların Efendisi Koçero, Roman, Ava Yayinlari 2010
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
-Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
- Bavê min Ehmedê Reşo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê


