logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bavê min kuştine!

Cara duyemîn e ku nivîseke di der barê mirinê de min bi îşkenceyekê re rû bi rû dihêle. Di nivîsarên ku hatine xwendin,

  • Dîrok: 14/03/2009
  • Beş: Serbest

 

İsmail YILDIZ

Cara duyemîn e ku nivîseke di der barê mirinê de min bi îşkenceyekê re rû bi rû dihêle. Di nivîsarên ku hatine xwendin, nivîsandin de mirin her tim wekî peyveke nedîtbar (soyut) dibihure û di xeta çavan re dihele. Lê belê dema ku mirin dibe tiştekî berbiçav û mirov dibe şahidê mirineke û ew dibe sedema neçariya nivîsandinê, mirov di serî de ji hember xwe serî radike, piştre jî li xebera xwe disekine.

Min cara yekem ji bo mirina siyasetmedarên kurd Husnu û Cihan ê bê mirin nivîsîbû. Niha dîsa mirina ku dibêjin qewm nas nake lê ya ku ji bo kurdan her tim dibe kevneşopiyeke rojane, ya "taktir-i mehmetçik" min bi nivîsandinê re rû bi rû dihêle. Ger ku ez nenivîsim ezê her saniye bi mîlyar carî mirinê tehm bikim. Mirina ku bi gotina "Kesê ku xwest bi riya nelirê ji sînor bihure hate kuştin" hat, mirina ku  ji pey xwe kîjan kulên wekî çiyan hişt, ew anonsa ku ji bo hinek dibe sedema êşeke çawa ger ku nayê nivîsandin wê ji min re bibe deyndariyek.

Ez bawerim nivîsandina ew mirina ku jiyana 8 kesan tarî kir, mirina ku bi destê yên ku mirinê pîroz dikin û dîroka xwe bi mirinê dineqişînin berpirsiyariyeke mirovî ye. Ew mirin bû zilm û cehenem ji malbateke feqîr a ku di nava xizaniyê de dipelçiqe.

Mirina ku bi destê mehmetçikên ku wezîfeya xwe bi serfirazî pêk anîn ji dîroka ku bi kuştinê hatiye nivîsandin tiştekî mejbûrî ye helbet. Xebera mirina Murat Yilmazê ku ji bo pêlaveke lastîk ji 5 zarokên xwe yên xweş re bîne kete ser sînorê Îranê nîvê şevê kete guhê me. Mirin dîsa ji bo kurdekî bû marekî reş, bi awayekî ku sînor nas nekir bilind bû û gihîşt textê ezraîl. Sînorê Îranê yê ku gelek caran dibe xwezaya bûyerên wiha tenê rê da tiştekî di tariya şevê de. Destûr tenê da mirina Murat.. Tenê ew marê reş, pîs û kor xilas bû ji sînor. Marê reş dîsa serê xwe rakir ji bîra mirinê û bi erdê re kaş bû, hat xwe gihand deriyê kurdekî. Di serî de feryadek rabû ji bêdengiya zarokê Murat yê ku hê salek nediye, yê di dergûşê de. Piştre fîganeke ku guhan ker dike rabû ji bextê Nurgula ciwan ya ku bi 5 zarokan ve êtîm ma. Dema ku Murat bi hinceta guleyeke mehmetçikan ji têldiriyên mirinê şidî, lîlanek bilind bû ji ser dayika Şadiye ya li vê aliyê sînor.

Murad gundiyekî feqîr, 32 salî hê negihiştibû nîvê rê. Bîdonên mazotê li hestiran siwar kir û xwîna xwe herikand ji derbasgehên şevê. Gumana rûyê xwe ya pak di navbera gulebarandina 2 qereqolan de ma û helbet nedizanî ku keça xwe ya 6 salî Leyla ewê piştî rojeke bi gotina "Bavê min kuştine" lingên xwe di heriyê mis de. Nayê zanîn ka dema ku mirina Murat bi parçeyên şarapnelan ve ji rûyê apê Îsa de barî, çend kes di xewa kûr de ne, li çend fabrîqeyan guleyên nû hatin çêkirin, çend mehmetçik ji bo kuştine hatin dinê, çend kurd ji bo mirinê rojeke din jiyan... Lê belê rastiya yekem ew e ku êdî ji lêvên Leylayê dê pêyva "Bavo" nayê bihîstin.
 
Ma fetisîna zarokê di dergûşê de yê ku ji aliye marê reş ve qewimî xem e ji zimanê ku bi "yan hez bike yan bimire" avdaz girtiye. Ma ji bo heniya ku ji secde ranabere xem e hêsîr ketina Leylayê ya ji hevoka "Bavê min kuştin e" ya emrekî.

Di serî de topbaranek ji asîmanên xweda qetî, piştre bi çekên giran hate gulebarankirin erdnîgara Murat ya 5 demsalî. Bû berf, boran, zivistan û bager û gihîşt keviya bijangên dayika Şadiye û ji hember êşa kûrê xwe têk çû pelên çinara mezin. Yê ku ji welatê xwe herî zêde hez dike, yê ku wezîfeya xwe herî baş pêk tîne bû ji kendalên sînor. Tiliya kû herî zûtir gihîşt tetikê, tiliya kesê ku herî zêde ji welatê xwe hez dike bû. Destê kesê ku namûsa wî hidût be bi bereketa ji aliye kuştinê ve...  Gelo dema ku Murat 5 wextan wekî şitlekî kete axê kesên ku bîleta qehremaniyê ji kuştinê distînin şad bûn bi qerîna dayika Şadiye?
Marê reş dîsa nalî di binê bîra mirinê de û jehr verişî ji deşta Elbakê heya gundê Bazê. Ma çi ye mirina kurdekî ji bo saxbûyîna welat... Ma çi ye çavên Leylayê yên ku bi havîngê mirinê wê bên neqişandin...

Marê nehlet naletî li kendalên sînor yên veşartî û bi nîzama emr û komutê gihîşt dîwarên malbata Yilmaz ya ku bi neçariyê hatine pêçandin. Mirina kurdekî tevlî mirina hespan bû û wekî sicimeke kete ser kefenê spî hêstirên çavên Leylayê... Heya ku welat sax jiya dê çend Leyla wê biçilmisin ji guliyên spîndarên xwe û çend sînor wê xelas bin ji rêzika mirinê... Murat mir, ji zindiyan re zilmê mêzekirina qerekolên mehmetçikan, neferên abîdeyên qehremaniyê yên ku bi "Bavê min kuştine" serfiraz dibin.

Murat mir, "her bijî" nobedarên hidûd yên ku wezîfeya xwe herî baş pêk anîne. Murat mir, Leyla êtîm e niha ji ser sînorên "Bavê min kuştine" yê vî alî... Li ser sînor kurdek kete axê û tirkek bû qehreman ji ser peplikên avahiya teriyên kuştinê...

Bavê min kuştine... Bavê min kuştine...Bavê min kuştineeeeeeeeeeeeeee!

ismailsterk@gmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Stranên Michael Jackson ên nayên zanîn wê bêne weşandin

ad

Kopyaya Mona Lisa bi 210 hezar Euro hamî rotişî

ad

Li ser TRT 6’ê: Ev çi ziman e?!

ad

Dengê Galatasaray li Amed, Şirnex û Culemêrgê bilind bû

ad

Konsereke taybet ji bo ajokarek

ad

Pêşbaziya Huseyîn Çelebî li benda berheman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname