logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li ser TRT 6’ê: Ev çi ziman e?!

Di TRT 6'ê de mixabin em qîmetê li hemberî zimanê kurdî nabînin. Ji şaşiyên girîng em çend mînakan binivîsin;

  • Dîrok: 18/02/2009
  • Beş: Serbest


Mervan Gola


TRT6’ê dest bi weşana xwe kir ev çendeke. Çavê min li ser e, bi qasî ku ez dibînim, ji hêla dublaj û bernameyan ve tor in. Min piçekî lê kola ka gelo çima wisa bê qelîte ye. Bi rastî têştên ku min dîtin gelekî balkêş in.
Em tev dizanin ku TRT bi giştî li ser zimanê tirkî diricife û qîmeteke mezin didê. Tew ku hewce bike alîkariyê ji “Sazgeha Zimanê Tirkî” digire. Li ser peyvan disekine û lê dipê. Her wiha RTUK jî di heman demê de vê berpirsiyariya xwe tîne cih.
Lê mixabin em vê qîmetê li hemberî zimanê kurdî nabînin. Hinek kes dikarin bibêjin ev destpêk e şaşî çêdibin lê dîsa pirseke pêşiyên tirkan heye dibêje ku “Balik Baştan Kokar” yanê di destpêkê de yan jî ji kesên sereke ve genîbûn dest pê dike. Bi qasî ku min lêkolaye TRT karê wêşana kurdî daye destê şîrketên taybet. Ev şîrket jî nêzîkatiya xwe bi rêvebirên TRT’ê ve henin. Yanê bi vê rêyê rantek çêbûye û hatiye parvekirin. Lê ew qas bêperwane ku ziman ne xema wan e. Ber bi çav beyane ku ji hêla hevoksazî zayend û peyvan ve şaşî gelek in. Ji çapemeniya kurdan çend rexne jî çêbûn lê diyar e ku qet xem nakin. Ew qas bêperwan in.
Bi qasî ez dizanim wekî sazî TRT beşa wê ya çavdêriya şaşiyan jî heye. Ev bêguman ji bo TRT6’ê jî hatiye damezirandin lê ew kesên di wir de çi karî dikin, van şaşiyan çawa nabînin û çawa ji bo sererastkirinê hewl nadin... Ev mixabin nexweşiya di nav pergala dewletan de tîne bîra mirov. Ew jî rişwet e, gelo ev şirketên taybet rişwetê didin wan kesan ku dengê xwe nakin.
Ji şaşiyên girîng em çend mînakan binivîsin;
1- Diftong tune; “xwarin” nabêje dibêje “xarin”, nabêje “ji xwe re”, dibêje “ji xe ra”
2- Zayend tune; “bazara şerqê” nabêjin, dibêjin “bazarê şerqê”
3- Îdîyom tune; “gel keyfîm gel” wergera wê “were kêfa min were”
4- Fereseta kurdî tune; “maç gelekî başarîlî bû. Sonuç bîr bîr xilas bû”
5- Bername ne baş in; “Pisîka Wanê navê wê pamûk e” kurd navê pisîkên xwe nakin pamûk.
6- Naverok vala ye “bernameya Rojînê virt û vala ye” kesên derdikevin nikarin bi kurdî qise bikin. Mecbûr nîn in lê qet nebe tercumanekî bigirin.
Îcar ez ji rêvebirên televîzyonê re dibêjim ka ev televîzyon ji bo biratî, aştî û cînartiyê ava bû. Ka li ku derê ma ev armanc. Kesên ku van bername û fîlman amade dikin dibe ku heval nas û dostên we bin, lê ji kerema xwe bibêjin bila karê xwe piçekî baş bikin. Ez dizanim kurd ji bo wan ne girîng in lê ji hêla serkeftina kar ve mînakekî baş nîn e. Ji bo pêşeroja wan bibêjin bila li xwe neheqiyê nekin. Eyb e, şerm e....

***

Li ser TRT 6'ê hin nivîsên ku heta niha di Diyarnameyê de hatine weşandin:

-
- Edîb Polat: Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-

- Edîb Polat: Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê

- Cemil Oguz: Dê malpera TRT'ê jî biguhere?

- Cemil Oguz: TRT kurdî dê çi li jiyana min zêde bike?

Şêxmûs Sefer: Te got ÇEND TV?

Evdile Koçer: Çend pêşniyar bo TRT Kurdî!

Şengul Ogur: TRT 6, Kurdolojî û pozîtîvîzma tirk û guherîn

Hekîm Sefkan: TRT Q

- Jan Dost: TRT 6, aliyên spî û yên reş

-  Çiya Mazî: TRT 6 ne ‘bi xêra xwe’ ye.

- Arjen Arî: Şikestina Pê

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Heyeta BDP'ê roja 28'ê mehê diçe Hewlêrê

ad

Agahiya nû: Dengbêj Kazo emeliyet bû, rewşa wî baş e

ad

Trênên bi hîdrojenê dixebitin zêde dibin

ad

Ji niha de pîroz be: Brezîlya dê kûpayê bigire

ad

Di 10 salên dawî de çend girtîgeh hatin çêkirin?

ad

Polîsan bi ser Med-Der û Payîz Pirtûkê de girt (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname