Diyarname
Heta niha li girtîgehan name şandin dihat qedexekirin lê yekem car ji hin rojnamegeran re name şandin tê qedexekirin.
Li gor nûçeya rojnameya Birgunê (26.09.2011) girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê nikarin ji hin qunciknivîskaran û rojnamegeran re name bişînin. Ji ber ku rayedarên dewletê şandina nameyan ji bo wan li girtiyan qedexe kiriye. Di nav kesên qedexekirî de ev rojnameger û qunciknivîskar hene: Nuray Mert, Ozgur Mumcu, Yaşar Seyman, Ezgi Başaran, Yildirim Turker, Umur Talu, Huseyin Aykol, Derya Sazak.
Li gor nûçeyê, girtiyên ku dixwazin li ser rewşa xwe ji rojnamegeran re name bişînin ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi îdîaya "talûke ye" dest dide ser nameyên wan û naşîne.
Ev bi mehan e ev qedexe dom dikir lê niha bi şandina nameyeke ji aliyê girtiyê bi navê Husamettin Yavuz re ev qedexe derket holê. Hefteya borî 16 girtiyan name ji rojnamegeran re şandine lê yek jî negihîştiye ber destê wan.