logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Demokrafiya Başûr diguherînin

Bi hezaran welatiyên ji pêkhateya ereb hatine li Herêma Kurdistanê erd û mal kirîne û li ser navê xwe tapû dikin. Hinek

  • Dîrok: 09/07/2021
  • Beş: Serbest

HUNER FARIS 

Bi hezaran welatiyên ji pêkhateya ereb hatine li Herêma Kurdistanê erd û mal kirîne û li ser navê xwe tapû dikin. Hinek kes vê yekê wekî metirsiyek li ser guhertina demografiya Herêma Kurdistanê bi nav dikin. Lê di warê yasayî de tu astengiyek li pêşiya vê yekê nîn e. Yanî hemû welatiyên Iraqê dikarin li her dera Herêma Kurdistanê erd û xanî bikirin û li ser navê xwe tapû bikin.

METIRSIYA LI SER DEMOGRAFIYÊ

Di rojên borî de Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Xanî û Zevî ya Herêmê Luqman Omer, di daxuyaniyek de ragihand, hemû welatiyên Iraqê azad in li her cihek Herêma Kurditanê zevî bikirin û tu pirsgirêkek nîn e. Vê yekê jî nerazîbûn li pey xwe de anî û hinek kes û aliyan vê yekê wekî rê xweşkirina guhertina demografiya Herêmê bi nav kirin. Lê heta niha zelal nebûye ka ev yek wê metirsiyê li ser guhertina demografiya Herêmê çêke yan na.

SERJIMARIYA HERÊMAN

Li gorî amarên sala 2020’an a Desteya Amara Herêmê, Şêniyên Herêma Kurdistanê bi giştî 6 mîlyon, 171 hezar 83 kes in. Ji vana 2 milyon 254 hezar 422 kes li parêzgeha Hewlêrê dijîn. 2 mîlyon 152 hezar 505 kes li parêzgeha Silêmaniyê dijîn. Parêzgeha Dihokê mîlyonek û 648 hezar û 611 kes, parêzgeha Helebce jî hejmara şêniyên wê 115 hezar û 455 kes in.

EREB ZÊDE DIBIN

Tevî ku bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê biçûk in û şêniyên wê zêde dibin û hikumet ji bo peydakirina xizmetguzariyên sereke xemsar nêz dibe, lê roj bi roj welatiyên ereb ji bajarên naverast û başûrê Iraqê berê xwe didin Herêma Kurdistanê, xanî, zevî û wesayîtan dikirin û li ser navê xwe çêdikin.

Vê yekê jî li cem beşek ji welatiyan fikar çêkirine û di pirsin, gelo kirîna zevî, xaniyan û li ser navê xwe tapokirina welatiyên ereb, çiqas metirsiyê li ser guhertina demografiya Herêma Kurdistanê çêdike?

Wekî Rojnews me xwest em hejmara tam ya wan welatiyên ereb ku li Herêma Kurdistanê erd û xanî li ser navê xwe tapo kirine, bizanin. Lê mixabin ev zanyarî bi dest neketin. Lê li gorî daxuyaniya Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Xanî û Zevî li Herêma Kurdistanê Dr.Luqman Omer, ku di 27’ê Hezîrana/pûşpera borî de ragihandibû, “Bi hezaran welatiyên ereb zevî û xanî kirine û li ser navê xwe tapû kirine û tu pirsgirêkek ji bo wan nîn e.

Li gorî daxuyaniya Luqman Omer, hemû welatiyên Iraqê azad in li her cihek Herêma Kurdistanê zevî bikire, tu pirsgirêk ji bo wan dernakevin, tenê ger belgeyên wekî nifûs, nasnameya Iraqî yan jî karta nîştimanî hebin dikarin li ser navê xwe erd tomar kin.

Endamê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê Enwer Tahir, diyar kir tu metirsiyek li ser demografiya Herêmê çênabe, berovajî sûdek aborî digihîne Herêma Kurdistanê.

Endamê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê Enwer Tahir got: “Ji ber piştî şerê DAIŞ’ê Herêma Kurdistanê rû birûyê bêkarî, nebûna budce, qeyrana darayî û bê pilaniya hikumetê bû, welatî tûşî bê hêvîbûnek mezin bûne. Li parêzgehên Iraqê jî muçe di dema xwe de tê dayîn rewşa welatiyan baş e, ji bo wê berê xwe didin Herêma Kurdistanê zevî û xaniyan li ser navê xwe tomar dikin.”

LI SILÊMANÎ QEDEXE KIRIN LÊ...

Her wiha Enwer Tahir da zanîn wekî meclîsa parêzgeha Silêmaniyê wana di sala 2016’an de ji bo parastina demografiya sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi awayek demkî kirîn û tapûkirina li ser navê welatiyên ereb qedexe kiribûn. Enwer got, lê ji ber ku aliyê vê mijarê yê desturî heye, ew nikarin qedexe berdewam bikin û rê li pêşiya wê çendê bigrin.

Her wiha îşaret bi wê yekê jî kir ku metirsiya koçberiyek zêde ya hatina welatiyên ereb ji başur û naverasta Iraqê heye bêne Kurdistanê û ji yasayên heyî yên hikûmeta Herêmê sûd wergirin.

Metirsiya li ser demografiya Herêma Kurdistanê jî di demek de ye ku piştî referandûma 2017’an ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ket destê hikûmeta Iraqê, her wiha li herêma Behdînanê jî dewleta Tirk rojane hewil dide xaka Başûr dagir bike û demografiya wê bi guhere.

Ji Rojnewsê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Li ser 'DÎWAR' xêzek ji Xelîl încesu

ad

Bernameya Documentaristê: 10 belgefîlmên balkêş

ad

Kirasê helbesta Mizgîn Ronak gelo çi reng e?

ad

Qedexeya li ser hesabên Roj TV rabû

ad

Şaxa Kurdî-Dera Cizîrê ava bû

ad

Welatanê Ewropa de sewiyey meaşê însanan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname