logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Zanîngeha Kobanî amadekariya derçûna xwendekaran dike

Zanîngeha Kobanî tevî kêmbûna derfet û alavan, di sala 2017`an de bi zimanê kurdî hate vekirin. Bi dehan xwendekar ji he

  • Dîrok: 25/10/2021
  • Beş: Nûçe

KOBANÎ

Zanîngeha Kobanî tevî kêmbûna derfet û alavan, di sala 2017`an de bi zimanê kurdî hate vekirin. Bi dehan xwendekar ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zanîngehê de hatin qebûlkirin û piştî 4 salan ji xwendinê xwendekarên beşa yekemîn amadekariyên derçûnê dikin.

Di zanîngehê de gelek beş hene, fîzîk, kîmya, wêjeya kurdî, wêjeya erebî, beşa zanista perwerdeyê, erdnîgarî, mamostetiya refê, peymangeha birêvebirina kar û qanûnê, peymangeha mekanîk û kehreba, peymangeha tenduristiyê, beşa benckirinê, hemşîre û labaratûar.

28'Ê MEHÊ ZANÎNGEH KUTA DIKIN

640 xwendekarên zanîngehê hene. Piştî 4 salên xwendinê roja 28`ê kewçêrê 30 jê xwendina xwe ya li zanîngehê bi serketî bi dawî dikin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Zanîngeha Kobanî Şêrîn Muslim wiha got: "Piştî şerê ku li bajarê Kobanî qewimî, Kobanî ji nû ve rabû ser xwe. Di gelek aliyan de bi pêş ket. Di sala 2017`an de Zanîngeha Kobanî vekir û ev yek ji wan pêşketinan bû."

Şêrîn Muslim wiha domand: "Di demeke pêwîst de û cara yekemîn bi zimanê kurdî, zanîngeh hate vekirin."

JI 40'Î HETA SEDAN XWENDEKARAN

Muslim di axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku destpêkê rastî kadroyê zanîngehê hatine, kir û wiha axivî: "Di destpêkê de hejmara mamosteyan û alavên pêwîst kêm bûn. Zanîngeh li ser du beşan hate vekirin, zanista xwezayî (fîzîk û kîmya) û beşa wêje. Di wê demê de hejmara mamosteyan nêzî 10`an bû û 40 jî xwendekar bûn. Lê piştî 4 salan Zanîngha Kobanê hejmareke mezintir ji xwendekaran di nava her 9 beşên xwe de pêşwazî kir."

Şêrîn Muslim got, îro nêzî 100 mamoste di zanîngehê de hene û li gorî rêbaza akademîk û zanistî xwendekaran perwerde dikin.

DI NAVA SAZIYAN DE DÊ BIXEBITIN

Xwendekara bi navê Dîlan Hecî Mehmûd ku beşa labaratuarê (mexbera tibî) dixwîne ev tişt anî ziman: "Vekirina zanîngehê bi zimanê dayikê gaveke baş bû da ku em tê de dest bi xwendina xwe bikin.

Xwendekara bi navê Dîlan Hecî Mehmûd ku beşa labaratuarê (mexbera tibî) dixwîne ev tişt anî ziman: "Vekirina zanîngehê bi zimanê dayikê gaveke baş bû da ku em tê de dest bi xwendina xwe bikin. Dîlan Hecî destnîşan kir ku ew li ser daxwaz û hezkirina xwe derbasî zanîngehê beşa mexberî bûye, di destpêka xwendinê de ji aliyê ziman û kêmbûna alavan rastî zehemtiyan hatiye, lê bi demê re derbas kiriye.

Dîlan Hecî got niha amadekariyên xwe dikin da ku xwendina xwe bi dawî bikin, di nava saziyan de bixebitin û encamên keda xwe bidest bixin.

PEYDARIKINA KAR

Her wiha mamosteyê beşa kîmya di zanîngehê de Cemal Walî jî destnîşan kir ku vekirina zanîngehê rêyên dirêj ji bo çûyîna herêmên din li pêşiya xwendekarên herêmê girt da ku xwendina xwe li herêmên xwe temam bikin.
Cemal Walî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku xwendekar xwendina xwe bi dawî bikin dê derfetên kar di nava saziyên Rêveberiya Xweser de li gorî beşên ku xwendine, were peydakirin."

Hevseroka Zanîngeha Kobanî Şêrîn Muslim dibêje destpêkê 9 mamoste hebûn niha nêzî 100 mamosteyî li zanîngehê dersê didin.
**

 

Nûçeya roja vekirina zanîngehê:

- Ev nûçeyeke xweş e: Zanîngeha Kobanî vebû 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bernameya Festîvala Çanda Kurdî hat eşkere kirin

ad

'Divê li dibistanan jî Melayê Cizîrî hebe'

ad

Serokwezîr 'Bi zimanên ku nayê zanîn ka çi ye' axivî

ad

Şertên BDP'ê

ad

‘Ya Basta’ jî qedexe ye

ad

Îsmet Şerîf Vanli wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname