Diyarname
Li Parîsa Fransayê kes an kesan êrîşê gora Ahmet Kaya kirin û wêneyê wî xira kirin.
Hunermend Ahmet Kaya roja 16'ê sermaweza 2000'î de li Parîsê miribû û gora wî jî li wir e. 3 roj paşê salvegera wî ye û her sal li ser gora xwe ew tê bibîranîn. Berî vê salvgerê îro hin kurd çûn ser gorê, dîtin ku hinan êrîşê gor kirine û wêneyê wî xira kirin, her wiha li ser gor jî 'Tirkiye' nivîsandine. Di vîdyoyên tora civakî de hatin belavkirin ev êrîş bi awayekî zelal dixuye.