Diyarname
Rojnameya Xwebûnê li Bakur tekane rojnameya heftane bi kurdî ye ku weşanê dike. Rojname bi awayekî çapbûyî tê belav dikin, di heman demê de mallpereke wan a çalak jî heye. Malpera rojnameyê niha hate qedexekirin. Malper bi navnîşaneke nû dest bi weşanê kir.
Roja 28'ê mehê Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya Tirkiyeyê malpera rojnameya Xwebûnê "www.xwebun.org" li Tirkiyeyê qedexe kir.
Li hemberî vê yekê gelek saziyan agahî belav kirin û ev kirin şermezar kiri. MED-DER, Komîsyona Ziman a Baroya Amedê, Komîsyona Ziman a Baroya Şirnexê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Avesta Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman jî di nav de gele saziyan ev kiryar şermezar kir.
Li aliyê din rojnameyê bi navek din, bi navnîşana "www.xwebun1.org" dest bi weşanê kir û êdî malper li ser vê hesabê weşanê dike.


