Stenbol
Ji bo biryara ATK'ê (Saziya Tiba Edlî) ku biryara "Dikare li girtîgehê bimîne" dabû bê protestokirin li gelek bajaran jinan daxuyanî da û biryar şermezar kirin.
Li Stenbolê li ber avahiya Baroya Stenbolê komek jin^ne parêzer hatin ba hev, pankarta "Ji bo Aysel Tugluk Edalet" nivîsandî vekirin. Parêzeran diruşma "Bila girtiyên nexweş bêne berdan", "Bila Aysel Tugluk bê berdan", "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" bilind kirin. Li ser navê parêzeran parêzer Yelda Koçak daxuyanî xwend. Koçak diyar kir ku balkêş e aliyê siyasî yê raporê heye, ji ber ku ji 25 rûpelên raporê 16 rûpel tenê li ser lêpirsîn û doza li ser Aysel Tugluk , tenê 2 rûpel li ser tesbîtên tibî ne.
Parêzer Koçak diyar kir ku ev rapor bi xwe jî nîşan nade ka Tugluk dikare parastina xwe bike yan na, ATK'ê bi taybetî di vî warî de bersiv nedaye û wisa got, "Ji bo dermankirina Tugluk di rewşeke mirovî de bê kirin, em careke din banga berdana wê dikin."
Li aliyê din li Enqere, Mêrsîn, Edene, Wan, Culemêrg, Îzmîrê jî jinan bi çalakiyan rapora ATK'ê protesto kirin û banga berdana wê kirin.


