logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Arsen Poladov: Ji me re welat çiqas lazim be ew qas jî tiyatro lazim e

Du hevpeyvînên ligel Arsen Poladov...

  • Dîrok: 03/04/2022
  • Beş: Hevpeyvîn

Diyarname

Pandomîmkarê kurd, hunermendê mezin Arsen Poladov roja 31’ê adara 2004’an de mir. Temenê xwe bi hunerê derbas kir. Serdema hunera xwe de gelek kesan pêre hevpeyvîn çêkirin. Rojnameya Welat û Axîna Welat jî ligel wî axivîn. Di salvegera mirina wî de Robîn Reşvan ji gelek kesî nivîsên taybet xwestin û pêre jî ev du hevpeyvîn belav kirin.. 

Hema hema bêje 30 sal berê pêre hevpeyîn hatine kirin. Yek jê di sala 1993, ya din di sala 1995’an de. Û di vê salvegera mirina wî de, wî ev hevpeyvîn carek din derxistin pêş. Bêyî em dest bidin wan, em van hevpeyvînan di vê salvegera mirina Poladov de belav dikin. Kerem bikin em bi hev re herin salên 90’î û guh bidin dengê Poladov...


* * *

Hevpeyvîna Yekem...

Rojnameya Welat, 10-16 Cotmeh 1993


- Mamoste Arsen Polatov hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin?

Erê, ez dimînim li bajarê Yêrîvanê, li Ermenistanê ez li tiyatroya pandomîma ya dewletê dixebitim. Ev e 20 sal e, ez serokatiyê li vê tiyatroyê dikim. Tiyatro gelek eyan e, ne ku tenê li Ermenistan e, wisa jî li gelek welatên Ewropayê tiyatro çûye tûrneyê, bawer bikî li temama Ûrisatê dixwazim bibêjim ku tiyatro di nava van 20 salan de gelek eyan tê hesab kirin. Çawa ji tiyatroya dinyayê yekê baş e.

- Ez dixwazim ji we re tiştekî din bipirsim. Hûn rewşa bakurê Kurdistanê û Başûr derheqê çand û edebiyatê de çawa dibînin? Di van salên hanê de bi tekoşînê gelek tişt ketin destê me. Hûn derheqê vê de dixwazin çi bibêjin?

Helbet çi tê qewimandin roja îro, di Kurdistana Başûr û Bakur de em pir dizanin, lê sed heyf wekî em çawa dibêjin ewqas nêzîk nîn e. Ev e cara pêşîn e, em tên vê derê. Hê Kurdistana Başûr me qet nedîtiye. Ji ber wê edebiyat, rabûn û rûniştina gelê me di vê Kurdistanê de gelek dûrî me ye. Me dixwest ku gelek nêzîkî me be, ew rihê me ye bi rih ve, em tevî wan in. Em bi rih ve nêzîkî hev in, çawa dibêjin xwîna me dikşîne, lê sed heyf destê me nagihêje hevdû. Helbet em dixwazin şixulên gelekî baş bikin. Ev çend sal e, ez dixebitim li Ermenistanê tiyatroya ermeniya wisa jî min tiyatro çêkiriye di Ûrisatê de. Li bajarê Moskovayê pandomîma ewilî dîsa min da vekirinê. Lê ji bo gelê xwe sed heyf min tiştek nekiriye di dereceya şanoyê de. Di dereceya pandomîma lê dema em hatine dixwazin niha nêzîkî hevala bin, nasiya xwe bidin welatê xwe, wekî em karibin çi lazim be kêrî gelê xwe bên. Û niha jî niyeta min a ewilîn ew e, wisa jî sazbendên me yê eyan Egîdê Cimo, dengbêja me Alîka Qadîr. Em wisa li ser vê dereceyê dişewitîn. Niha bi dil û can bi rih dixwazin tiyatroya kurmancî bidine vekirinê lê ku derê ez nizanim.

- Mamoste, gelo ev şanoya ku hûn dixwazin li vir bidin çêkirinê, dê bingeha xwe ji çi bigire? Di rastiya gelê me de çi bigire û çi bide xuyan?

Tu dizanî çi ye? Ev pirs vê demê ez dikarim bibêjim ku hebekî çetîn e, lê çi dimîne ku ji bo edebiyata gelê me wekî îro tiyatro gelekî ji bo me gelek lazim e. Bawer bikî ji me re welat çiqas lazim be ewqas jî tiyatro lazim e. Îro em bi tiyatroyê dikarin sifetê gelê xwe bidin kifşkirin, zimanê xwe bidin kifşkirin. Em bi tiyatroyê dikarin bibêjim ku em kî ne. Îro em gelekî dişewitin li ser welatê xwe, lê tiyatroya me hebûya me dê wê şewatê bida dilê temamiya mirovahiyê. Edebiyata me gelekî kevin e. Ez wiha dibînim gelek mînakên edebiyatê giş yê me ne, wan gelan ev nimûne giş ji me dizîne. Sirf mecela me tunebûye ku em bixebitin di vê dergeqê de bi pêşbikevin. Lê ku îro tiyatro kete destê me em ê wisa bikin wan ji me çi biriye em ê wan bi paş ve bînin. Em ên wan naxwazin. Ew ên ku wan biriye bila bidine me, em tenê ji bo tiyatroya xwe dikarin wan bi paş ve bînin.

- Gelo rewşa gelê kurd li Sovyetê çawa ne? Em bibêjin li Ermenistanê çawa ne? Navbera wir û vir çi cihê rengiyek heye?

Kurdên Sovyetê baş dijîn, heta roja îroyîn jî wekî ez bibêjim xerab dijîn. Bindestin na, serdest in baş dijîn. Lê hema dereceya Ermenistanê her wekî ne ku Ermenistan tenê dereca hemû welatên Sovyetê îro ne rind e. Di navbera me û kurdên Bakur û Başûr de ev cudatî heye. Em zimanê xwe bêqedexe dixwînin û rojnameyên xwe serbest dikirin. Radyoya me dibêje û kes ji me re tiştekî nabêje. Em wextê dawetên xwe dikin çiqas der cîranên me hene. Ez ji bo Ermenistanê dibêjim, ew di pêşiya me de têne govend û şahiyên me…

- Mamoste Arsen Polat, xebatên te derheqê tiyatroyê de çi ne, xebatên te di kovar û rojnameyan de derdikevin?

Di kovaran de wisa jî di rojnameyan de gelek gotarên min derheqê tiyatroyê de derketine, hatine neşirkirin. Ji bilî van gotarên min, gelekî jî min pîyes nivîsîne, senaryo dane amade kirin. Ev e 20 sal e, ez di tiyatroyê de dixebitim. Senaryoyan hemû ez dinivîsim. Niha di tiyatroya me de wekî 50 afirandinên biçûk hene. Min ev nivîsîne, ez piyesên mezin jî çêdikim ên Viliam Saroyan. Wisa jî li ser Gogol dixebitim. Lê derheqê tiyatroya kurdî de min hê xebatên hêja nekirine. Edebiyata me pirr dewlemend e û wisa jî folklora me, hema ji bo pandomîmayê. Wekî heta roja îroyî bûkê me, ez nizanim li ba we çawa ne, li ba me bûk bi xezûrên xwe re xeber nade. Bi çepik û destan ramanên xwe dide îfadekirin. Ev pandomîma ye.

Lê tiyatro gere bê çêkirin, ez tim û car dibêjim, dîsa jî dixwazim bibêjim: Eger îro welatê me tune, serbestiya me tune, ev ew qas şerm nîn e, lê em sî û çil mîlyon kurd in tiyatroyeke me tune be ew şerm e.


xxxxxx

 


Hevpeyvîna Duyem…

Rojnameya Axîna Welat…


- Axîna Welat: Diyar e wê suhbeta me hinek tevlihevî tê de hebe; çimkî warê ku hûn tê de kar dikin ji me re gelekî nenas e. Ji ber vê çendê hevpeyvîna bi we re dikare formek basît bistîne. Ev yek dikare ji pirsa pêşîn bête xuyakirin. Ji kerema xwe re xwe bi xwendevanên me bide nasîn.

Li ser min pir tişt hatine gotin û nivîsandin. Li gel wiha jî, di navbera demekê û demekê de, neçar dibim ku gotinên xwe dubare bikim. Ez li Ermanîstanê jidayika xwe bûme. Xwendina xwe ya pêşîn min li Yerîvanê kuta kiriye. Lê belê min xwendina xwe ya şanoyî li Moskoyê bire serî. Piştî min instîtut xilas kir, min li Moskoyê wek aktor li ''Tiyatr Kînoaktiyorov'' kar kir. Li vir jî min dest bi dersên pantomîma kir. Dûre ez li Orjonîkîdzê xebitîm û li vir jî min grûba pantomîmê çê kir. Min bi xwe jî wek aktor dilîst. Sala 1972an bi armanca avakirina tiyatra pantomîma min dawetî Ermanîstanê kirin. Li wir cara yekemîn min, li Yekîtiya Sovyetê tiyatra pantomîma me damerizand. Di qunaxeke gelekî kurt de şanoya me ciyê xwe yê layîq di nav tiyatrên vî janirî de girt. Di pêşbaziyên navneteweyî de me gelek xelat wergirtin û sala 1975’an de me xelata yekemîn a festîvala ciwanan û xwendevanên cîhanê stend. Niha jî careke din ez li Moskovayê me lê vê carê ez dê ji bo xwe, ji bo tiyatra kurdan bixebitim.

- Bi hatina we kêfxweş dibin. Li gora gotina we, we xwendina xwe ya şanoyê li Moskovayê kuta kiriye. Gelo di çi warî de bû? Ma faqulteta pantomîma li vir hebû?

Min înstîtûta şano di warê rejîsoriyê de kuta kiriye. Wê gavê hînkirina pantomîma li Sovyetê tune bû. Dûre Kafîdira li instîtûta sînemayê vebû.

- Çima bi taybetî we ev mijar(janîre) ji xwe re pejirand?

Bi xwe ez rejîsorê şanoyê me, lê min warê karê xwe guhart. Çimkî janîrê pantomîma dijwar e û ez jî hez ji xebata dijwar dikim. Xebata aloz û çetîn bêtir nêzî dilê min e. Ji ber vê yekê min dixwest bibim kazkadiyor... Lê wê salê kazkadiyor ji bo sînemayê qebûl nedikirin loma jî min îmtihana rejîsoriyê da, lê pantomîma? Ez ji mêj ve hez jê dikim. Ez hez wê yekê dikim. Gava mirov bikaribe êş û derdên xwe bêdeng xuya bike gotineke Çarlî Çaplîn ya giranbuha heye. Ew dibêje: ''Ji bo diyarkirina xurcilandina nava xwe pêwistiya mirovatiyê bi tabîrên lalîtî heye. Her çiqasî axaftinan mirovan bêdew û sipehî be.'' Ji gotinên vî hosteyê mezin xuya dibe êdî pantomîma çi ye û çi di xwe de gewde dike.

- Ligel wiha jî em ê pirsa xwe bikin. Gelo pantomîma çi ye?

Pantomîma bêjeyeke yewnanî ye, bi wateya xwe ya tîpa wî lêpoktiya û pêşkêşkirina wan tê gotin, ku welatê pantomîma yê pêşîn Yewnanistan bû, lê ez dibêjim nabe ku em welatekî bikin ciyê çêbûna pantomîma. Heger Darwîn dibêje ku pantomîma berî meymûnê hebû... lêpokiya ku meymûn dike artîstên xwedî hunerên mezin nikare bike... Bi vê yekê mirov dikare bibêje ku pantomîma hunerekî pirr kevnare ye. Helbet ew li Yewnanistanê bi pêşketibû. Ne dûre ku ji ber vê yekê Yewnanistan dikirin welatê pantomîma. Paşê li Îtalya û li Ewropa belav bû her wiha jî wê ciyê li rojhilatê jî girtibû. Ew yek li nik me kurdan jî hebû. Bi kurdî jê re dibêjin lêpok.

- Li Sovyeta berê ev janîrê ha ne gelekî pêşketîbû. Gelo ji ber çi bû?

Di qonaxekê de li Ewropa û li Yekîtiya Sovyetê ev janîr ciyê guhdariyê bû... Tevî ku serkarên dewletê hez ji vî janîrî nedikirin. Lîstika bi senaryo dihate fêmkirin û ku dijî sîstemê bihata gotin, rê li ber digirtin. Lê pantomîma rengekî ji rengê hunerê ye, ku astengiyê zimên jê re nîn in. Dibe ji ber vê yekê serkarên dewletê jê hez nedikirin. Loma jî dema Sovyeta berê nedihiştin ku şanoya Mîrxultiya di vî warî de bidome.

- Tê wê menê ku pantomîma bêjeya veşartî ya di bin bêjeya ku tê gotin?

Na, artîst pêla lîstika xwe dike, dixwaze tabîra êşa nava kesê ku bi rola wî radibe derxîne derve.

- Bi vê yekê, dibe ew li hemberî hinekan, an jî dijî hine diyardeyan rabe...

Helbet, ew dikare tabîra vê yekê jî bike. Lê bi cewherê xwe, pantomîma diyarkirina nehêniyên însan e. Xuyakirina hisiyeta mirov, bi rêya lêpoktiyê barekî giran e û pirr aloz e. Ji bo vê yekê hunerekî mezin ji artistan tê xwestin.

- Hûn çawa artistan ji bo vî janirî dipejirînin?

Di vî janirî de gava herî girîng bijartina artîstan e. Heger rejîsor bikaribe ji sedî pênc kesan bijêre wê gelekî baş be... Ji rewiştên artsîstan ez dêna xwe didim hostetiya wan û pehlewanî li nik min dereceya duyemîn e.

- Mebesta we bi hostetiyê çi ye?

Bi xwe ez meyildarê pantomîma diramî me... Ji ber vê yekê gerek nermiya laş bibe gotina tabîrî ev jî tenê artîstên xwedî huner dikare bike.

- We got ku, vê carê ji bo xwe, ji bo şanoya kurdan bixebitim. Gelo hûn ê ji çi dest pê bikin?

Ez ê ji gava herî aloz û çetîn dest pê bikim, ew jî bijartina artîstan e. Hûn pê dizanin temenê min ne hindik e, ez pêncî û çar salî me û di vî temenî de ji sifirê destpêkirin ne karekî hêsan e, lê pêwîst e ev neqeb derbas bibin... Bi xwe ez meyildarê karê zehmet û aloz im. Di nerîna min de karê sivik fikra sivik bi xwe re tîne. Wekî rejîsor ez dixwazim careke din, xwe îmtîhan bikim.

- Wê tema li ser çi be?

Niha ez li ser temayê nafikirim. Berî her tiştî ez artîstan amade bikim û li gora îmkanên wan, ez ê tema xwe bipejirînim.

- Û gotina we ya dawî?

Asoyek fireh ji bo rojnameya we û hêviya min ya mezin heye dê şanoya kurdî bête damezirandin. Ez dizanim îsal sala Ehmedê Xanî ye û ez gelekî dixwazim ku senaryoyeke di derbarê xebat û jiyana wî de, bête nivîsandin. Min gelekî dixwest ku bi piyesekê li ser Ehmedê Xanî, min dest bi xebata xwe bikira.

- De bila hêvî û planên we bi cih bibin!

Spas.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Çûkûrovayê dem dema pirtûkan e

ad

Ji lêkolîner Seîdê Dêreşî îdîaya yekemîn helbesvanê kurd

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran li benda we ye

ad

3 mebûsên din ên BDP'ê hatin berdan

ad

Li Tirkiyeyê çend mîlyon heb pirtûk hatin çapkirin?

ad

Li Rojhilata Navîn du pergalên baweriyê hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname