Diyarname
Îro li Fransayê ji bo Serokomariya Fransayê hilbijartin hebû. 12 berendam hebûn. Li gor encamên pêşî yên derketine holê Serokomar Emmanuel Macron bi sedî 28 li pêş e. Dûre Le Pen bi sedî 23 tê. Di hilbijartina 2017’an de jî encameke wisa derketibû holê. Macron wê çaxê sedî 24 girtibû, Le Pen jî wê çaxê sedî 21 girtibû.
Bi vê encamê du berendamên herî zêde deng girtine dê derbasî dora diduyan a hilbijartinê bibin. Dora diduyan 24’ê mehê li dar dikeve. Di vê dorê de berendamê/a ku ji sedî 51 û jortir bigire dê bê hilbijartin.
*
Nûçeya Eleqedar:
- Fransa de kînga weçînayiş virazêno û go sebo?


