logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

Gundê Keçelan bi qasê 27 kîlometreyan li başûrê bajarê Hewranê ye. Niha navê wê kirine “Beklemez” çima ev nav, gelo gund

  • Dîrok: 16/06/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Melîk Aykoç

Gundê Keçelan bi qasê 27 kîlometreyan li başûrê bajarê Hewranê ye. Niha navê wê kirine “Beklemez” çima ev nav, gelo gundî li benda karmendê xwestiye navekî li gund bike nesekinîne, yan çi? Gundekî piçûk e û çend mezrayên xwe yên piçûk jî hene. Li hawîrdora gund baxirên kilsê û nerm hene. Ev dever xwerû di serdeme keyê Xaldî / Urartuyan Îşpûnî de dikeve bin destê xaldiyan, lema gelek kevneşopiyên wê serdemê li herêmê tê dîtin. Peyva “Hewran” bixwe peyveke kevn e. Li Rojava devereke hinekî çiyayî heye, ji wir re jî

Hewran dibêjin. Her wiha tê bawerkirin ku ew êla li wir dijî, ji Huriyan maye. Xaldî /Ûrartu jî beşeke Hûriyan e. Têkiliya herdu cîgehan bi hev re çi ye, ta niha nayê zanîn, bila ev tenê weke agahiyekê bimîne. 

Belê berhemên dema xaldiyan ne tenê keleh, rê û bendav in, her wiha li deverên destdayî bajarên bin erdê jî ava kirine. Wek mînak bajarê antîk ê Meya ku ser bi Giyadînê ye. Dîsa li tevahiya herêmê şikeftên bi tevşo û kulingan hatine teraştin, hene. Li vê herêmê jî baxirên nerm yên kilsê hene. Di nava gel de xaniyên bin erdê, heta hin jî ji wan re bihuşta bin erdê jî dibêjin. Bi pirranî wekî stargehên xweveşartina di dema şer de ne. Bê wî bajarê bin erdê, di devê çeman û di geliyan de jî gelek şikeftên çêkirî hene.

Ev xaniyên binê erdê bi qasê kîlometrekê li başûrrojhilatê gundê Keçelan, taxa şikeftan, yan ji bi navekî din taxa Birayan e. Li vir gelek newalên asê hene. Di newalekê de ya ku ber bi rojhilat û rojava ve dirêj dibe, di baxirên berê wan li başûr de hatine kolandin. Mirov dikane di çend cihan de mîna dakeve binê bîrekê di forma bîran de bi metrekê berahiyê hatiye kolan piştî mirov dadikeve jêr, ango binê bîrê deriyekî çarnîşk derdikeve pêşiya mirovan. Yanê bi tevahî mîna hin çîrokên li Ewrûpê jî tên gotinê ne. Ji wê jî, mirov xweber ji xwe dipirse, gelo kesayetiyên Wekî “Bruder Girimm” ev agahî û çîrok ji welatê me girtine, yan çi? Em dîsa vegerin li mijara xwe. Mirov di wan deriyan re dikeve nava malên binerd. Baxirên wir bi taybetî jî berê ku hewa lêxe gelek nerm e, mirov dikane bi hêsanî bikole. Dema hewa jî lêdixe hişk dibin. A taybetiya wê ev e. Li gel baxirê nerm baxirên hişk ên weke hestiyên di nava goşt de jî hene. Hemû jûrên hatine kolandin, di baxirê nerm de hatine kolandin. Lê jûrên tê de ne li ser planekê hinekê wisa tevlihev in. Di baxirên jor dê cihê ku mirov nikane xwe bigihînê de qulên hewa girtinê hene. Di hin cihan de jî di rengê rojingan de ne. Di hundir de gelek jûrên fireh hene. Mixabin ku xwelî ketiye hinan.

Jûra herî mezin dû re wekî kîlîse hatiye xemilandin û bi wî rengî teşe dane hundirê jûrê. Di dîwar de xaçek jî kolane. Her wiha tê de nartaksî, apsîs, kozikên keşeyan jî dû re hatine kolandin. Yanê, dibe ku ew di dema Ermeniyan yan jî dagirkeriya Bîzansan de lê hatibin zêdekirin, lew re hinek şibandine kîlîseyên Kapadokyayê. Li dîwaran jî hin wêneyên Îsa û pîroziyên xiristiyanan hatine kolandin, lê rengên wan bi pirranî weşiyane.

Li nêzê van xaniyên binê erdê li berpalekê, nekropoleke ji serdema Xaldî /Urartuyan mayî, heye. Lê nayê zanîn ka ew nekropola van xaniyên bin erdê ye, yan li nêzîkî wir bajarekî Xaldiyan jî hebûye. Mixabin gencînegeran tevahiya nekropolê ser û bin kirine, her wisa jûrên bin erdê de jî gelek rûxandine. Heta wisa kirine, hin nîşane hene mirov nizane ka çi ne.

Mixabin ku li vir jî lêkolînên zanistî hê pêk nehatine. Her wiha Navçeya Hewranê jî bi têgihîştina dîroka bajarê xwe nêzîkê mijarê nabin.

Mîna ku bixwazin ku tev de biherifin û werin xwarê. Dema li mirovan şiyana neteweyî û dîrokî tinebe, mirov bi rengê dagirkeran nêzîkê deverên xwe yên dîrokî dibe. Heger ev li welatekî bipêşketî buya, wê niha di nava mîrata cihanê de bihata parastinê. Lê çawa di nava gel de dibêjin: “Malê elayê li ber hela yê!” Bi hêviya di nava gel de ji bo vir înîsiyatîfeke parastin û lêkolînên arkeolojîk pêk werin, hetanî mijareke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li welatê windayî evîn bû pirtûk

ad

Festîvalan Fîlmên Karkeran dest pêkir

ad

Di Mîhrîcana Çanda Kurdî de çalakiyên du rojên dawî (hat nûkirin)

ad

Siyasetmedarên kurd ji bo êzîdiyan kampanya dan dest pê kirin

ad

Anîmasyonên kurdan: Fermo li 'Dar' û en din temaşe bikin

ad

Fotoyê rojê ji Amedê hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname