Diyarname
Îro li Enqereyê di heman kêliyê de êrîşê 4 cemxaneyan kirin. Cemxaneyên bi navên Ana Fatma Cemevi, Şah-i Merdan Cemevi, Gokçebel Koy Dernegi û Turkmen Alevi Bektaşi Vakfi di heman kêliyan de bûn hedefên êrîşên hin kesan.
Di êrîşan li hin cemxaneyan zirarê madî çêbû, lê li Turkmen Alevi Bektaşi Vakfi êrîşa bi kêr çêbû û jinek birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaneyê.
Piştî êrîşê gel çû cem cemxaneyan. Serokê Komeleyên Elewiyan Mustafa Karabudak li ber Cemxaneya Ana Fatma axivî û got, “Îro roja yekem a Miherremê ye û li Enqereyê heman kêliyan êrîşê Cemxaneyên Elewiyan û hin komeleyên wan hatine kirin. Ev nîşan dide ku hemû êrîş plankirî ne.*
Serokê Giştî yê PSAKD’yê Cuma Erçe û rêveberê navenda giştî ya HDP’ê Turgut Oker, mebûsa HDP’ê Tulay Hatimogullari, Murat Çepnî çûn serdana cemxaneyan.


