Diyarname
Dewlet li ser navê elektrîkê zêdetir pere ji aboneyan digere û dide TRT'ê. Para pereyên ku bi vî awayî hatine berhevkirin diyar bûn.
TRT bi pereyên gel weşanê dike, lê li ser xeta hikumetan weşanê dike. Kîjan hikumet li desthilatdarî be, li ser xeta wê.
Wezîrê Maliyeyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek di hevdîtinên li ser butçeyan ên di Meclisê de got: "Par, 550 mîlyon û 860 hezar û 67 lîra ji ber fatureyên elektrîkê re dan TRT'ê." Yanê pereyên gel ji bo TRT'ê hatine xerckirin. Di heman hevdîtinê de Şimşek got ku ev mîqtareke mezin e. Belê mîqtareke mezin e lê 9 sal in Şimşek û partiya wî AKP li desthilatdariyê ye.
Ev pereyên ku hatine bi dest xistin TRT 6 jî di nav de ji bo hemû qanalên TRT'ê hatine xerckirin.


