logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Serokê Festîvalê Sozerî: Em dibêjin ji bo her kesî edalet

  • Dîrok: 18/11/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîvaleke ji festîvalên cuda, Festîvala Sûc û Cezayê careke din deriyên xwe vekirin. Bi dehan fîlm û belgefîlmên bi mijara xwe li ser edaletê derkevin pêşberî temaşevanan.
'Em dibêjin em wek hev in'

Ji bo vekirina 12'emîn Festîvala Sûc û Cezayê li CRR'yê bi sedan mêvan hatibû cem hev. Gotina a Serokê Festîvalê Prof.Dr.Adem Sozerî bû. Sozerî got ku li ku derê dinyayê rejimên antî-demokratîk, zordar hebin li wir êrîşê mafên jinan dikin, dixwazin pêşi lê bigirin lê nikarin. Sozerî wisa dom kir, "Li hemberî vê ji Afganistanê heta Îranê jin û yên piştgirî didin wan jiyana xwe feda dikin û têdikoşin. Li herderê dinyayê jin ji bo mafên jinan li pêş in. Li her derê dinyayê jin ne tenê ji bo mafên jinan, ji bo hemû mirovên ku mafên wan tê binpêkirin têdikoşin. Îsal mijara me 'Em wek hev in' e, loma em dibêjin em wek hev in. Em dibêjin ji bo her kesî edalet."

'Wekheviya jin û mêr meseleya demokrasiyê ye'

Paşê Dîrektora Festîvalê Prof. Dr. Bengi Semercî qala naveroka festîvalê kir û dûre Xelatên Rûmetê û Keda Ji Bo Sînemayê hatin belavkirin. Xelata Nûmetê dan Nazan Moroglu ku wê heta niha di nav gelek xebatên jinan de cih girtiye. Moroglu bal kişand ser wekheviya jin û mêvar û got, "Wekheviya jin û mêr meseleya demokrasiyê ye. Ji bo vê yekê emê ji bo wekhevî têkoşîna xwe bidomînin. Astengiya herî mezin a li hemberî vê wekheviyê her cude şîdet e. Ji bo vê yekê em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Em hesretê aramiyê ne, li welatê me ji bo wekhevî, ji bo edaletê, ji bo her kesî emê bitêkoşin."

'Ez vê diyarî serdestiya hiqûqê dikim'

Xelatên Keda Ji Bo Sînemayê jî dan lîstikvan, senarîst, Sera Yilmaz. Yilmaz jî got ez beşdarî gotinên Sozen û Moroglu dibim û vê dibêje, "Ez dinyayeke ku têde mesûm nayên cezakirin, sûcdar têne cezakirin hêvî dikim. Ev xelat divê ji bo serdestiya hiqûqê bê diyarîkirin."

Herî dawî vesazkarê fîlman Mevlut Koçak ji ber keda wî Xelata Keda Ji bo Sînemayê girt û paşê fîlmê destpêkirina festîvalê "Hayalî ULkem" hat nîşandayîn. Fîlmê derhênerê ji Şîlî Patricio Guzman qala çîroka têkoşîna şîliyiyan a ji bo guherîna Zagona Bingehîn dikir.

Xelatên Festîvalê

Di festîvalê de çend xelat jî têne dayîn. Di beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj 9 fîlm hene ku 3 jê ji Tirkiyeyê ne. Fîlmên bi ser bikevin dê bi Xelata Mêzîna Zêrîn bêne xelatkirin.

Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de 10 kurtefîlm hene ku pêşjuriyê ji nav 190 kurtefîlmên ji bo wan hatibûn şandin de hilbijartin.

Di nav Pêşbaziya Kurtebelgefîlman de jî 10 belgefîlm hene. Juriyên van beşan jî dê yên serketî xelat bikin.

Beşa 'Mêzîn Edelatê'

Di beşa "Mêzîna Edelatê" de fîlmên ji sînemaya dinyayê hatine neqandin hene. Di vê beşê de 13 fîlm hatine neqandin û di 6 rojên festîvalê de dê bêne nîşandayîn.

'VisionIST' û Panelên Edaletê

Festîval bi navê "VisionIST" xebatên semîner û atolyeyan ji bo pêşxistina ciwanan li dar dixe. Li ser sazkirina fîlman, pêşxistina wan gotûbêj û atolye hene. Her wiha her sal festîval li ser edaletê sempozyûmê li dar dixe ku îsal jî ev beş heye.

Fîlmên festîvalê li Beyogluyê li du sînemayan, li Sînemaya Atlas 1948 û li Sînemaya AKM Yeşîlçamê nîşan dide. Ji bo temaşekirina her kesî buhayê bilêtan bi erzanî têne firotin.

Hakan Bilgin û Pinar Altug Atacan pêşkêşvaniya festîvalê kirin.

 

*

Nûçeyên Eleqedar:

- Edaleta di kurtefîlman de 

- 10 belgefîlmên li ser edaletê 

- Bernameya Festîvala Sûc û Cezayê amade ye 

- Juriyên Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê eşkere bûn  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji 19 welat û PE'yê ji bo girtiyên nexweş bangek kir

ad

Altan Tan: Pêdivî bi MHP'ê nîn e

ad

Hunermend Bilal Ercan wefat kir

ad

Ji danasîna ferhenga kurdî: Ev wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî

ad

63 reqîbên 'Zemanekî li Anatolî' hene

ad

Klîba Hefteyê: Şevval Sam; Sallana Sallana

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname