EDINBURG
PEN’a Skoçyayê ji bo berdana weşanger Ragip Zarakolu, kurê wî Denîz Zarakoku û Prof. Buşra Ersanli, yên di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta kurdan tê meşandin, dest bi kampanyaya îmzeyan kirin û dê îmzeyan ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bişînin.
Di nivîsara kampanyayê ya bi sernava “Çima girîng e” de wiha tê gotin; “Ev kes ji bo gelê kurd bi awayekî aştiyane mafên xwe bi dest bixin, têdikoşin, bi hincetên pûç ên di bin navê zagona dijî terorê de hatine girtin."
Ji bo kampanyayê wisa gotin: “Ragip û Deniz Zarakolu û Buşra Ersanli, nîşaneya wan kesên ku li Tirkiyeyê ku dixwazin zêdetir ji mafên azadiya ramanê sûd werbigirin û dibin hedefa zagona dijî terorê. Divê miameleya terorîstan li van mirovan neyê kirin.”
Ji bo kesên ku dixwazin îmzeya xwe bavêjin bin metnê:
https://www.change.org/petitions/prime-minister-of-turkey-release-ragip-deniz-zarakolu-bra-ersanl-from-prison-immediately


