Diyarname
Kovara Nûbiharê ku ev bîst sal in weşana xwe didomîne hejmara xwe ya 117’an derxist.
Di vê hejmara Nûbiharê de nivîsa Gerînendeyê kovarê Suleyman Çevîk giranî li ser qetlîma Roboskî û li ser ji bin erdê derketina hestiyên windayiyan e. Çevik di nivîsa xwe de rejîmê rexne dike û dibêje: “Bêdengmayîna li hemberî zilmê jî zilm e.”
Nivîskar Rohat Alakom li ser Herêma Serhedê nivîseke nivîsandine û gelek agahiyên li ser Serhedê pêşkêş dike.
Mele Abdullah Varli ku kurtedemek berê wefat kir di kovarê de bûye mijara du nivîsan. Osman Tunç û Ali Karadeniz, li ser Seyda Mele Abdullah Varli nivîs nivîsandine.
Nivîskar Seîd Dêreşî jî nivîseke li ser dîwana Feqiyê Teyran nivîsiye û îdîa dike cara yekem wî dîwana Feqî amade kiriye, kesên li pey wî hatine tevan ji vê xebata wî dizîne.
Nûbiharê di vê hejmarê de du hevpeyvîn jî weşandine. Yek jê bi nivîskarê me Helîm Yûsiv re, yek jî bi mamosteya zanîngehê bi Prof. Sibel Arkonaç re hatiye kirin.
Hatice Mollakendî nivîseke hîssî li ser zelzeleya Erdîş û Wanê nivisîye.
Her wiha Rûken Çaliştiran, Tekin Çiftçi, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Konê Reş, Felat Dilgeş, Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, M. Munir Timurtaş, Zahir Ertekin, Hesen Polat, Ziwer İlhan, Mûrad Pola, Rojbîn Ozkan û Bro Omerî bi nivîs û çîrokên xwe di vê jimarê de ne.
Bi helbestên xwe jî Berken Bereh, Mehmet Bozkoyun, M. Ali Aluç, Hasan Hüseyin Çevik, Ömer Faruk Çetinkaplan, Muhammed Karaboğa, Zilkîf Xweşhêvî, Mehmet Ay, Huseyn Şemrexî, Kudbettin Çelik, Sidîq Gorîcan, Azad Rêbiwar, Dilêr Zana, Kelhokî, J. Ahmed Yıldız û Bamed Serdar ev jimar xemilandine.
Ji bo têkilî:
B.Reşitpaşa Cad. Yumni İş Mrk. 22/29
Tel: 0212 519 00 09 Vezneciler-İST
nubihar@gmail.com


