logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

La Fontaine û Kelîle û Dimne

Gotina çîrokan, ji bo zarokan jî bi giştî ji bo mirovan jî ne tenê weke kêf û dembihurînê hatiye qebûlkirin. Çîrok bi gi

  • Dîrok: 14/01/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Gotina çîrokan, ji bo zarokan jî bi giştî ji bo mirovan jî ne tenê wekî kêf û dembihurînê hatiye qebûlkirin. Çîrok bi giştî metnên dîdaktîk in. Hem ji bo hînkirina zarokan, hem jî ji bo ya mezinan hatine bikaranîn. Çîrokên em nas dikin ji aliyê pisporan ve li kategoriyan hatine dabeşkirin û hema hema tevahiya çîrokên dinyayê di nava qalibên van kategoriyan de hatine bicihkirin. Sedema ew qasî baş bi kêr hatina kategoriyan ne jêhatîbûna zanyarên rojavayî ye*. Bileks, çîrokên ku wan li kategoriyan dabeş dikirin ji kaniyekê bûn û gava kanî yek be û ne gelek bin, giştîkirinên katalogwarî heta bi deverekê diçin serî. Yanî bi ya min qalib û kategoriyên çêkirî li çîrokan hatine ji ber ku wekî cureyê edebî yê mirovahiyê, kaniya wan heye.

Bi vê destpêka giştî ez ê behsa La Fontaine jî bikim û xasma jî behsa Kelîle û Dimne** bikim. Mesele li vir ne sinifandin û ne jî lêkolînên li ser çîrokan e. Ya ez ê serê xwe pê biêşînim, meseleya ka em di pencereyên kê re li wan dinihêrin! Jean de La Fontaine Fransî (1621-1695) yê di serdema Louis ê 14'an de – bi nivîskariya xwe derketibe pêş jî berhema wî ya ku hingê jî bi tesîr û îro jî pê tê nasîn, fablên wî ne. Yanî çîrokên bi heywanan in. Wî ev çîrok hem ji bo şîretan û hem jî ji bo rexneyên li desthilatê bi kar anîn.

Li vir ez ranabim û nabêjim, wisa fablên wî ji filan û bêvan çîroka ji filan deverê ne. Mesele çawa min gotî ne ev e. Jixwe ew jî xef nake ka fablên xwe ji ku girtine. Li vir mesele em kurd û xelkên ji Rojhilata Nêzîk û Navîn -ev binavkirin û nasname jî bi destê heman rojavayiyayan çêkirî ne- çawa lê dinihêrin. Gelo tê bîra me çi efsane hatine çêkirin, li ser anîn û wergerandina Kelîle û Dimne? Kelîle û Dimne ne çîrokên anonîm in. Nivîskarê wan heye û navê wî Beydaba ye. Di sedsalên 8 ta 11'an de ji zimanên kevin ên îraniya navîn û Sanskrîtî** tê wergerandinî erebî û farisî. Koka wê diçe heta Berî Mîladê sedsala 2'yê û belkî ji wê jî kevintir e. Xwe disipêre çîrokên dîdaktîk û wisa tê qebûlkirin ku ji bo perwerdekirina zarokên li qesrên mîr û şahan hatiye amadekirin. Di wergerekê de jî tê gotin, Beydaba ev şîretên hanê û rexne nivîsîne û bi kirasê heywanan ew gotine, da ku nekeve ber xezeba melikê qesra xwe. Yanî fabl ji bo xweparastinê bi kar anîne, lê bi wan dîsa jî gotina xwe kiriye.

Naxwe, ne tenê La Fontaine bi ser wê hizrê ve bûye ku şîret û rexneyên xwe yên li qesrê û li desthilatê bi rêya fablan bike, lê Beydaba jî bi Kelîle û Dimne ev kiriye, qet nebe wergêrên berî qederê hezar salî wisa hizirîne. Motîfên ji Kelîle û Dimne di gelek çîrokên îro kurmanciyê de jî hene. Lê ji ber ku kurmancî jixwe ji heman çanda ziman û baweriya hindo-arî ye, belkî bi vî rengî mabin, û belkî jî bi rêya kitêban ev motîf li çîrokên kurmanciyê zêde bûbin. Lê çîrokên kurmanciyê jî, çîrokên ewropî jî çawa dibe ku li qalibê heman sinifandinê bên? Ez ê bersivekê nedim, lê ez bibêjim, kaniya çîrokan, berî çêbûna komên etnîk ên ewropî xwe digihîne nav welatê hindo-ariyan yanî ji Kurdistanê heta bi Pencabê diçe. Gava ku sinifandineke berhemên vê kaniyê jî tê kirin, diyar e ev sinifandin li çîrokên kurdî jî li çîrokên her du almanên bira yên bi paşnavê Grimm jî tê.

Naxwe gava me metnên edebî yên wekî fablên La Fontaine jî û sinifandinên ilmî yên çîrokan ên wekî ATU'yê jî nas kirin, em bi qîmetê wan zanibin; lê ya rast wê ew be, em Kelîle û Dimne jî nas bikin û bi kaniya çîrokên xwe jî zanibin. Ne belesebeb e ku Şengê û Pengê ya me ya şîretan li zarokan dike û “bizin û 7 karikên wê” ya Grimm bi heman armancê û bi heman motîfan heta dawî diçin.    


* Mînak binirên li Îndeksa Aarne–Thompson–Uther (ATU). Ev sinifandina çîrokan a navneteweyî ji aliyê Antti Aarne hatiye damezrandin û ji aliyê Stith Thompson û Hans-Jorg Uther ve hatiye temamkirin û sererastkirin.


** Bi wergera Alî Karadeniz di kurmanciyê de jî heye, çapa dawî ji Weşanên Nûbihar sala 2011'an wekî 256 rûpel derçû.


*** Bi navê Pançatantra, bi maneya “pênc his/îlham”. Îro jî bi navê pêncketab li Afganistanê tê nasîn û kêm navê Kelîle û Dimne tê hildan.

13.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çorê Arda bi 'Bêwate'yê beşdarî me bû

ad

Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin

ad

Bi kayûmê dest danîn ser 4 şaredariyên din jî (hat nûkirin)

ad

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

ad

Çevîk: Kes nikare pêşî li xewn û xeyala kurdan bigire

ad

Ji ber nameyê ceza dan şaredaran

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname