Diyarname
Li Tirkiyeyê dema hilbijartinan e. Yek ji partiyên nijadperest a tirk jî Zafer Partisi ye. Serokê wê Umit Ozdag di çarçoveya propagandayê de li Bursayê bû. Ozdag li wir axivî û got, "Di lîgên Tirkiyeyê de tîmeke wekî Amed Spor çênabe ku hebe. Emê destûrê nedin Amed Sporê."
Li ser vê yekê Wekîlê Serokê Amed Sporê Omer Elaldi bi ser hesabê xwe yê tora civakî re bersiva Ozdag da. Elaldi got, "Tîmeke wekî Amed Sporê heye yan tune ye were Amedê em nîşanî te bidin. Bi hemû teşkîlata xwe ve were, gotineke me heye emê ji te re jî bêjin. Em tenê, hûn hemû. Carek din tu navê tîma me bînî ser ziman, pêşî devê xwe 7 caran bi axê bişo, paşê bîne ser ziman."