Diyarname
Li Tirkiyeyê roje hilbijartin bûny, ji ber vê maçên dawiya hefteyê jî nehatin lîstin. Lê li dinyayê lîg dewam kirin. Li Spanyayê Barselonayê şampiyoniya xwe ragihand, li Îngilistanê ne matematîkî be jî bi hest û xurtiya pûanan hema bêje şampiyonî ragihand.
BARSELONA
Barselona li Espanyolê bû mêvan. Barselona bi golên lîstikvanên xwe Robert Lewandowski (dq 11, 40), Alejandro Balde (dq 20) û Jules Kounde (dq 53) bi 4-2i ser ket. Bi vê yekê di dawiya hefteya 35'an de pûanên xwe derxistin 85'an. Real Madrid ku ew jî bi ser ket pûanên wê 71 in. Berî lîg bi dawî bibe bi 4 Barselonayê şampiyoniya xwe raegihand.
MC GOT EZ HATIM
Li Premier Lîga Îngilistanê de maçên hefteya 36'an hatin lîstin. Berendamên şampiyoniyê Manchester City (MC) li Evertonê ew bi 3-0 têk bir. Ilker Gundogan di deqîqeyên 37 û 51'ê de û Erling Haaland jî di deqîqeya 39'an de gol avêt û tîm bi 3-0 bi ser ket. Bi vê yekê MC'ê Pûanên xwe derxistin 85'an. Arsenal ku îsal ligel MC'yê di pêşbaziyê de bû li hemberî Brightonê li mala xwe 3-0 têk çû û di 81 pûanan de ma.
Di Premier Lîgê de du hefte mane, yanê du maç û 4 pûan ferq heye. Lê yê MC'yê maçek kêm e, loma jî 3 maçên wê hene. Ji ber vê ji niha de dikare bê gotin ku şampiyonê îsal MC ye.


