Diyarname
Nivîskar Jan Dost bi pirtûka "Mijabad" ku li ser Mehabadê hatiye rêstin dest avêtibû nivîsandina romanan. "Mijabad" ku di sala 2004'an de hatibû weşandin, niha ji nû ve, ji Weşanên Avestayê çap bû.
Weşanên Avesta ku dest pê kiriye berhemên Jan Dost ji nû ve çap bike, piştî çapa 4'an a "Kela Dimdimê", çapa 2'yan a “3 gav û 3darek”, çapa 2'yan a “Dîwana Jan”, niha çapa nû ya "Mijabad"ê ragihand ber destê xwendevanan. Li gor gotina Weşanên Avestayê ewê niha çapa nû ya “Mîrname”ya Jan Dost û her wiha romana qî ya nû “Martînê Bextewer” biweşînin.
Jan Dost ku mijarên dîrokî yên kurdan ji bo çend romanan kiriye mijar, bi Mijabadê dest pê kiribû. Dûre li ser Şêx Seîd "“3 gav û 3darek”, li ser Ehmedê Xanî "Mîrname" dom kiribû.
"Mijabad" bi navê "Sisler Şehri" ji aliyê Kawa Nemir ve ji bo tirkî jî hatibû wergerandin.
Mijabad / Jan Dost / Roman/ 240 rûpel


