Diyarname
Weşanên Avestayê bi ser navê "Merwaniyên Diyarbekirê, Xanedaneke kurd di serdema navîn a îslamî de" pirtûkek li ser Merwaniyan bi tirkî weşand.
Pirtûka Thomas Ripper a bi navê “Merwaniyên Diyarbekirê, Xanedaneke kurd di serdema navîn a îslamî de” ji aliyê Bahar Şahin Firat ve ji almanî ji bo tirkî hatiye wergerandin.
Di dîroka kurd û Kurdistanê de xanedana Merwanî yek ji emaretên herî girîng e. Bi avabûna dewleta Merwanî re Diyarbekir û derdora wê ji kurdan re bû welat. Merwaniyan hezar sal berê, bi taybetî di dema Nasr ud-Dewle de welatekî abadîn ava kirin. Gelek asarên kevn li Kurdistanê berhemê vê medeniyetê ne.
Thomas Ripper bi xebateke muazzem rewşa Merwaniyan ji her alî ve radixe ber çavan. Ev lêkolîn ne tenê li ser Merwaniyan xebata herî baş û birêkûpêk e, di nav lêkolînên kurdî yên akademîk de jî ciyekî sereke digre.
Pirtûk bi navê tirkî "Diyarbekir Merwanileri, İslami Ortaçag’da Bir Kurt Hanedani" wekî 680 rûpel hatiye çapkirin.


