Diyarname
13 meh berê rojnamegerên kurd hatibûn girtin. Danişîna wan a yekemîn duh dest pê kiribû û îro dom kir. Di danişîna îro de 15 jê rojnameger 18 kes hebûn. Dadgehê der barê her 15 rojnamegeran de biryara berdanê da.
Piştî biryarê parêzeran li ber deriyê dagdehê daxuyanî da. Parêzer Resul Temur got, "13 mehên girtîmayînê îro bi dawî bû."
Mebûsê Yeşîl Sol Partî Mehmet Kamaç jî got, "Îro hat dîtin ku tu bingeha hiqûqî ya operasyonên li ser siyasetmedar û rojnamegeran nîn e. Ji ber hevalên me azad bûn em kêfxweş in. Ji bo em herin pêşiya rojnamegeran emê herin ber girtîgehê."
**
Nûçeya Eleqedar:
- Li dadgehê gotinên rojnamegerên kurd
- 16 rojnamegerên kurd piştî 13 mehan derdikevin pêşberî dadger


