logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Deriyê Aramiyê: Empatî

  • Dîrok: 04/08/2023
  • Beş: Serbest

GULBEJN

Huner û nivîsandin ne tenê bi awayekî ji rêzê estetîzmeke nivîskî yan jî dîtbarî ye. Gelek caran dikare bibe amûrek ku jiyana mirov diguhere. Çi bi xweşî çi jî bi hişkî dikare berê mirov bide deriyên dîtir. Her têgihek yan jî her mijar û qewimînek deriyek e ji bo me. Ew deriyê mijara vê nivîsê ye jî empatî ye. 

Dema em qala empatiyê dikin, gotin wê wekî peyv jî mîna melodiyeke xweş tê guhê mirov. Çimkî ew peyv kesên fêmker, dilovan, hestiyar û dilsoz tîne bîra mirov. Her çiqas roj bi roj di civakê de kesên xemsar ji yên dilsoz zêdetir bibin û empatî wekî peyvekê di ferhenaga me de tenê bimîne jî, mirovên dilsoz bi wê empatîyê hewl didin xemsaran jî fêm bikin. Tiştekî ku navê wê wekî peyv mirov xweştir dike çawa çêdibe ji dêvla roj bi roj di nava civakê de bêhtir belav bibe her roj kêmtir dibe. Dibe ku sedemên vê yekê bi gelek awayan hewceyî nîqaşê be lê kêmbûna empatiyê rê û derî ji nîqaşan re nahêle. Lê deriyên ku di civakê de li ser empatiyê têne girtin bi ya min nepeniyekê li wî aliyê derî dihewîne.

Gelek rêyên xweş ji bo vekirina wî derî hene. Yek ji wan jê – belkî jî derê herî ewle- huner û edebiyat e. Jixwe empatiyê wekî têgih û xweşiya xwe ya peyvî di hişê her kesî de cihekî xweş girtiye. Loma jî tekane tişta maye ew jî vekirina deriyekî ye.  

Zehmetiya vekirina deriyê empatiyê dikare bi mirov zor û zehmet were. Çimkî têgihîştina mirovên hember yanî ya kesên ji derveyî xwe karekî gelekî zehmet e û tehamuleke zêde lazim e ji bo vê yekê. Ji ber vê zehmetiyê mirov gelek caran li dij fikr û hestên yên hember dernekeve jî xemsariyek şîrîn dike û notur dimîne. 

Li gorî lênerîna empatîk, di jiyana rojane de kesan nezîkî hev dike. Bêguman tekiliya wan hesantir û nermtir jî dike. Kesên hay ji empatiya yên hemberî xwe çêdibin, xwe bêhtir bi qîmet dibînin. Dema mirov têbigihîje ku yên hember hewl dide ji mirov fêm bike, reşbîniya rihî ya mirov kêmtir dibe. Empatî mîna tîrêja ronahiyê dikare di gelek derî pencereyan re xwe bigihîne jiyana me û rihê me geş û ronîtir bike.

Empatî li gor mijaran jî tê guhertin helbet. Em li ser mijara “di edebiyatê de empatî” bisekinin vê gavê; Belê edebiyat li gorî kesan şikil digre, hema bi qasî ku dest bide hestan û fikran jî çarçoveya wê fireh e. Di wê rewşê de empatî rengekî zindî û sereke ye di nava çarçoveyê cî digire. Ji xeynî fikir, hest û ramanên nivîskar an jî wêjekar fikir û hestên me jî divê xwe nîşan bidin. Em dikarin bibêjin empatî û edebiyat bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku reaksiyon û têgihîştina her duyan ji aliyekî ve heman tişt in. Di edebiyatê de empatî li gorî tecrube û nêrîna kesan bi hev ve jî tê girêdan. Wekî  mînak, berhema nivîskarekî bi nêrîn, fikra xwendevan ket rewşeke dî wê demê em ê bizanibin ku empatî li vir dest pê dike. Ji ber xwendevan hem hest û hem fikrên nivîskar bi nêrîna xwe dijî û heta fikrên xwe jî tev li yên nivîskar dike.  

Lê belê carna ew hest yek bi yek tesîrê li fikrên xwendevanan nake. Yan kêm hîs dike yan jî cuda fem dike. Ew bi temamî bi empatiya kesan ve tê girêdan. Edebiyat parvekirinek berfireh û kûr e, loma jî empatî bi meraq tevdigere. Bi hêz, tecrube û xwesteka xwe edebiyatê fem dike û li gor wê dirûv digire. 

Xeyal û hest destpêka empatiyê ne. Kesên empatî jê tê hêvîkirin, divê ew kes karibin xeyal bike, wiha hîs bike û her wiha fem jî bike. Loma edebiyat dihele xeyal jî bike û hîs jî bike. Çaxa me rahişt berhemekê û me bi baldarî guh da dengê pênûsa nivîskar hemû jiyana me, bûyer û bîraninên me gelek caran tînin ber çav û tesîrê li wan dike. Wan hestan hişyar dike û dihêle me behtir ji fikrên me yên sabît û ji sînorên me derxe der. Hest û fikirên li hember fêm bikin, parve bikin, bêguman tê wê mahneyê ku edebiyat û empatî bi hev re xweş diherikin. Serpêhatiya edebiyatê fikir û hestan dibe dinyake dî. Ew bi destdayîna nivîskar digihîje xwendevanan jî. Bi rexne û şiroveyên xwendevanan jî em fêm dikin ku berhemê tesîr li hest û fikrên xwendevanan jî kiriye. Tabî çawa lê dinêrin û şîrove dikin, ew çi tesîre li berhemê dikin, li gor wê hemû hest û tesîra wê rewşê çiqasî derî li empatiyê vedike jî girîng e. Çimkî êdî pê derdixin ku dikevin dirûvekî dî ew hest û fikir û ew jî dibe sebaba empatiyeke xurtir.

Bifikirin ku karakter û qehremanên berhemên me xwendine çawa tesîr li me kirine. Yan jî me kîjan leheng ji bîr nekirine û bi awayekî di nava jiyana me de cih girtine. Ev yek wekî xwendevan bi empatiya me ve girêdayî ye. Çimkî empatiya me ya ji bo wan qehreman û karakteran derê ku ew derbasî jiyana me bibin vekiriye. Ji ber vê yekê kî em dikarin bi rehetî bibêjin, edebiyatê ji gelek aliyan ve hesta empatiyê li mirovan zêde kiriye. 

Belê, edebiyat pirî caran dest dide jiyana mirov û jiyana mirov wisa diguherîne. Deriyekî gelekî xweşik ê aramiyê li ber mirov vedike.

Helbet ew derî gelek caran bi destdana pirtûkekê yan jî nivîsekê dest pê dike. Lehengên wan pirtûkan çiqas em bin an jî em çiqasî nêzîkî wan bin wê ew qasî tesîr kiribe. Gelek rewş û helwestên di nava jiyanê de ku mirov ji heq wan derneketibe jî bi reaksîyona piştî empatiyê dikare bala mirov bibe ser xwe. Ne tenê bi balê her wiha dikare rê li ber gelek hestan veke ku mirov ji nava kaosekê jî derxe û bihêle mirov xwe çêtir hîs bike. Wê demê leheng û xwendevan yan jî nivîskar bi rêya empatîyê wekî dîmena mirov a di neynikê de ye. Ji ber vê yekê di edebiyatê de empatî ne yekalî ye. Divê ne yekalî be.

Çaxa ku mirov xwe xist şûna lehengê romanê û wekî lehengê romanê fikirî an jî hîs kir, ji dêvla leheng de fikirî  û tevgirêda êdî em dikarin bibêjin ku ew berhem û her wiha edebiyat bi xwe jî li mirov zêde dike, dibe tecrubeyek. 

Kî hay ji edebiyatê hebe bala wan xweş li ser edebiyatê be, aliyê wan ê empatîk xurtir dibe û bi wan hestan girêdana mirov û jiyanê û edebiyatê xurtir dibe.

gulbejnadiguzel@gmail.com

 

***

Nivîsên Gulbejn ên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Edebiyat û Şer 

- Di Edebiyatê De Jin 

- Têkiliya Edebiyat û Dîrokê

  


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dêrsim spor jî bû şampiyon

ad

'Meşk' hat

ad

'Kurd li Sûrî xwedî statuyekê ne'

ad

Anadolu Efes bû şampiyon, midûrî navê Efesê neanî ziman

ad

Cixare zirarê dîde bîrê jî: Vaye IQ'ya cixarekêşan

ad

Ji bo Artûklûyê dema serîlêdanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname