Diyarname
Nivîskar Menaf Osman piştî 30 salên girtîmayînê du roj berê divê bihata berdan lê vê carê dewletê xwest wî bişîne Sûriyeyê. Vê sibê agahiyên nû derketin.
Pêşî agahiyên duh: Menaf Osman li Heserê hatiye dinê. Lê piştî rewşa Sûriyeyê malbata wî hatiye Bakur. Di rewşa normal e kesek malbat li ku be maf e ku here cem malbata xwe, lê dewlet dixwaze wî dersînor bike û bişîne Sûriyeyê. Ji ber vê yekê ev du roj in li Qereqola Jendirmeyan a Akhîsara Manîsaya Tirkiyeyê tê girtin.
Parêzerê Menaf Osman ê bi navê Halil Coşkun duh ber êvarkî ligel Menaf Osman axiviye, rewşa wî baş e, lê parêzer dibêje ev 36 saet in bi awayekî fiilî di bin çavan de ye, li qereqolê tê girtin.
Parêzer Coşkun ku ji bo MA'yê axiviye dibêje ku ji bo here welatê sêyemîn divê mehek mafê xwe amadekirinê bidin muwekîlê min ku ev yek di zagonê de heye û van lê zêde dike, "Ev dem ji bo amadekirina pasaport û tiştên wisa ye. Ji ber ku ger wî teslîmê rejima Sûriyeyê bikin pirsgirêka ewlehiya canê wî heye."
Osman birine GGM'ê
Ji malbata Menaf Osman re gotine dê wî bibin Serfermandariya Manîsayê, lê vê sibê Menaf Osman li malbata xwe geriyaye û gotiye ku ew birine GGM'ê (Geri Goturme Merkezi / Navenda Bi Paşve Şandinê) ya Edîrneyê.
Parêzerê wî Halil Coşkun dibêjen ku sedema birina wî ya GGM'ya Edîrneyê ew e ku bêyî haya parêzer û malbata wî hebe, bi awayekî wî dersînor bikin.
Nûçeyên Eleqedar:
- Dixwazin nivîskar Menaf Osman dersînor bikin!
- Cezayê nivîskar Menaf Osman temam bûye, dîsa bernadin
- Afirîneriya ji nav çar dîwaran: Menaf Osman
Nûçeyên li ser "30 Sal"an:
- Nivîskar Yaşar Aslan piştî 30 salan azad bû
- Çîrokan kurdan ev e: Piştî 30 salan bav û kur hatin ba hev
- 22 saliya xwe de ket girtîgehê 52 saliya xwe de derket
- Nivîskar Cîhan Ozyildiz piştî 30 sala hat berdan
- Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
- Piştî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket
- Piştî 30 salên girtîmayînê: Ez hê nizanim li bajar bigerim (Hevpeyvîn)
- Ji bîranên 30 salên girtîgehê: Bi aspirînê qansêr tedawî dikirin (Hevpeyvîn)


