Mîrza Ronî
Berî vê nivîsê min bi sernivîsa; "Meseleya robotan, gelo tu mirov î?" bal kişand ser mijara teknolojiya robotan û hişê çêkirî. Ez bawerim piştî nivîsa min a ku Diyarnameyê weşand, asîstanê Bill Gates a bi hişê çêkirî, nivîsa min ji Bill Gates re xwendiye û li gorî rojeva hişê çêkirî Bill Gatesî nivîseke xwe belav kiriye. (Ev henek bû) Lê belê:
Her roj rojeva li ser 'hişê çêkirî' geş dibe û dikevin nav nûçeyên rojeva giştî. Nûçeya ku nû li rojevê zêde bû ya avakarê Microsoftê Bill Gates e. Nûçe li ser malperên nûçeyan belav bû û Bill Gates bo hişê çêkirî li ser hin pêşdîtinên xwe, şîroveyên xwe anîne ziman û dibêje; “Hişê çêkirî a niha hê ehmeq e”
Asîstanê Te Heye?
Bill Gates ji bo demê pêş balê dikişîne ser pêşketina hişê çêkirî û wiha dibêje; “Piştî 5 salên din, her kesê bibe xwedî asîstenekî bi hişê çêkirî!”
Dewlemendê dinyayê ku heta niha li gorî danezana kovara Forbesê 18 caran di rêza yekem de bûye dewlemendê dinyayê Bill Gatesî li ser malpera xwe ya bi navê “GatesNotes”ê nêrînên xwe nivîsîne û diyar dike ku hişê çêkirê dê di demên pêş de bikaranîna bernameyên computerê bi giştî biguhare. Gates dibêje; “Di demê pêş de şûna bernameyên ku karê cuda dikin di cîhazên aqil de hebin, bikarîner bi axaftinê ji hişê çêkirî re bibêje bes e, dê tiştê ku tê xwestin hişê çêkirî pêk bîne, hewceyî bernameyên din nake.”
Asîstan, Hevalê Min Cemil çawa ye?
Li gorî nêrîna Bill Gates di demê pêş de bernameyên cîhazên bi aqil dê ji holê rabin. Li gorî pêşketina hişê çêkirî di demên pêş de dê hewceyî bi bernameyan nemîne. Bo vê çendê Bill Gates dibêje; “Hişê çêkirî wê nivîsandina bernameyan tevlî hev bike.” Li gorî şîroveyên Bill Gates êdî asîstanê bi hişê çêkirî wê karînerê xwe nas bike, bişopîne, pêşniyaran bike, bernemeyên betlaneyê saz bike û ji hevalên we yê emeliyat bûyî re çîçekan jî bişîne. Lê Bill Gates dibêje biryara dawî jî wê her tim ya we be. (Pêşniyar; Ji bo ku ev nêrîna Bill Gates a li ser asîstanê hişê çêkirî were fêmkirin filmê bi navê; “Her (ew) 2013” li ser mijara asîstanê hişê çêkirî çêbûye)
ChatGPT Nas Bikin
Robotên hevpeyvînê yên hişê çêkirî ChatGPT gava yekemîn e ku li gorî nivîsandinê hatiye avêtin. Bill Gates li ser ChatGPT dibêje; ''Ev gava yekemîn e, wê asîstanên hişê çêkirî li her qada jiyanê bîst û çar saetan, bê ku raweste xizmetê bike.”
Bill Gates dibêje ev 30 sal in li ser fikra asîstanê takekesî dixebite û dê li gorî pêşketina teknolojiyê xeyalên xwe di demên pêş de pêk bîne. Lê li gorî vê fikra Bill Gatesî divê hemû agahiyên kesane ji hişê çêkirî re weren pêşkeşkirin. Dema agahiyên kesane bikevin nav pergala hişê çêkirî wê bi xwe re pirsgirêkên civakî, exlaqî û çandî jî bi xwe re bînin. Li ser destxistina agahiyên kesane û bikaranînan wan Bill Gates dibêje, “Heta niha hê bersiveke me nîn e! »
Çavkanî:
1: https://www.gatesnotes.com/AI-agents
2: https://www.imdb.com/title/tt1798709/
- "Meseleya robotan, gelo tu mirov î?"


