Diyarname
Lîstika Şano Ar a bi navê "Qral û Travîs" divê sibê li Zeugma Muzesi Kultur Merkezî ya Entabê bihata lîstin lê lîstik îro hat qedexekirin.
Şano Ar bi ser hesabê xwe re daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Şanoyê qala qedexeya lîstika wan kir û got, "Bê sedem, bê bersiv û hincet berî rojekê hat qedexekirin. Bila baş bê zanîn ku ev qedexe ne ji ber naveroka lîstika me ye, ji ber şexsê me hat kirin. Tenê ji ber ku bi zimanê kurdî ye vê hedê bi xwe re dibînin. Me ev yek qebûl nekir û emê qebûl nekin jî."
Lîstika "Qral û Travis" ji aliyê Sam Bobrick ve hatiye nivîsandin. Lîstika ku Îrfan Yildiz wergerandiye kurdî, derhêneriya wê Yakup Selimoglu kiriye. Di lîstikê de Deniz Ozer û Bahoz Ozsunar dilîzin.
'DE WÊ DE HERIN'
Derhêner Selimoglu li ser hesabê xwe gotiye, "Li aliyek hûnê lîstikê qedexe bikin, li aliyê din hûnê bêjin li ser ziman û çanda kurdî zordarî û sansur nîn e. Emê jî ji we re bêjin de wê de herin. Em dîsa dibêjin, hûn ji bavê xwe ve bêminet in!"
'JI BER BI KURDÎ YE QEDEXE KIRIN'
Lîstikvanê lîstikê Deniz Ozer jî wisa got, "Ji ber ku em bi zimanê xwe, bi kurdî kar dikin, ji ber wê qedexe dikin. Lê bila bizanibin emê li her derê lîstika xwe bilîzin. Emê bi kurdî bilîzin, nikarin pêşiya me bigirin. Bijî şanoya kurdî."
MIJARA LÎSTIKÊ
Travis Pine yekî di temenê 50'yan de li Amerîkayê dijî, betal û şerûd e. Ew serokê Amerîkayê wekî berpirsê qeyran û xirufînê dibîne loma her jêre nameyan dişîne.
Ji ber ku ji ber nameyan derûniya Serokê Amerîkayê xira dibe, ajanê FBI Tom Walker tê cem Travis Pine ku êdî nameyan nenivîse. Axaftin û bazara Travis û Walker xirufînê radixîne ser ber çavan û lîstik dibe rewşeke trajîk.
TÛRNEYA LÎSTIKÊ Di çarçoveya tûrneyê de lîstik gere 11'ê mehê li Entabê bihata lîstin. Li gor bernameyê 13'yê mehê li Mêrsînê, 16'ê mehî li Stenbolê, 19'ê mehê li Edeneyê, 21'ê mehê li îzmîrê, 22'yê mehê li Enqereyê û 27'ê mehê dîsa li Stenbolê bê lîstin.
Lîstika ku heta niha li gelek bajaran hatiye lîstin, 17'ê meha borî li Panosa Agirî jî hatibû qedexekirin.


