logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Çi bi Kurdî? Ev ji me kêm bû!

  • Dîrok: 07/09/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Di nava kurdan de pirsgirêka herî mezin mijara perwerda kurdî û bi kurdî ye. Ji %95 ê kurdan dema peyva perwerdê dibihîzin, jê perwerdeya bi tirkî, erebî, farisî, almanî û îngilîzî fêm dikin. Heta hin kes perwerdeya bi van zimanên navborî li ser her nirxên xwe yên netewî re digirin. Li vir Ewropayê piraniya kurdan mixabin ku perwerdeya kurdî wekî kelemekê li pêş perwerde û xwendina zarokên xwe dibînin. Ji ber vê egerê jî mamosteyên niha dersan didin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne.

1– Hemû kurd dema tenê axaftin be, yan jî di destpêkê de dibêjin: "Çima dersa kurdî tune." Her kes mamosteyan yan jî kesên di warê perwerdê de hin berpirsiyariyan werdigirin tewanbar dikin. Hem jî di vî warî de dibin qehremanên wekî bizot. Dema bi fermî dersên zimanê kurdî tê pejirandin, mamoste tê tayîn kirin jî, xwe vedişêrin, bi boneyên vala zarokên xwe naşînin dersa kurdî. Çend boneyên vala: "Bila ji dersên almanî neye girtin! Danê êvarê be!" Dema ders dikeve danê êvarê jî, dibêjin: "Spora keçik/kurik heye, diçe dersxana karê malê û" 

Mînaka balkêş vê carê Wuppertal e. Nêzîka 200 îmza hatin berevkirin. Mamoste hat tayînkirin, niha tenê 4 zarok diçin dersa kurdî, ew jî zarokên kesên têkiliya xwe bi tu rêxistinan re tune û yên îmza jî nedane ne. Yek zarokek ku bavê wan îmza daye, naçe dersa kurdî. Wê dersa kurdî li Wuppertalê jî were girtin. Dema mirov ji berpirsên pêkhate, kom, komale û mizgefta kurdan re dibêje, dibêjin "em ê tiştek bikin!" Kengê? 50 sal dû re. Dema dibêjin jî di bin simbêlan de dikenin. Xwedê tu aqil bide.

2 – Pirsgirekeke mezin jî nivşên li Ewropê - Almanyayê hatine dinê ne. Bi taybetî jî dayikên li vir hatine dinê û li vir xwendine kelem in. Hin mamosteyên alman yên piçek nijadperest, yan jî li dij dersên zimanê dayîkê ne, psîkolojiya van dayîkên li vir xwendine pir baş dizanin. Ji bo ku pêşî li dersa zimanê dayîkê bigire, ji wan re dibêjin: “muss” were dersa almanî, yanê “divê” Dema ev peyva wekî fermana bivê nevê tê gotin, ne bav (gotina bavê pere nake) ew dayîk zaroka xwe ji dersa kurdî digire û vê fermanê pêktîne. Lê tirk ne wisa ne. Dema dayîkên tirkan zarokên xwe li dibistanê qeyd dikin, berê dersên zimanê dayîkê dipirsin. Dema mamosta alman bibêje “muss” ew dibêje na “türkisch muss” Cudahiya dayîkên kurd û tirk ev e.

Em baş dizanin, li welêt piştî dayîkê kurd fêrî tirkî bûn, bi tirkî xwendin, xwe bi zimanê tirkî serbilind hîskirin, bişaftin bû wekî lehî û li kurdan qelibî. Gundên berê kelehên ziman û çanda kurdî bûn, bi tirkkirina dayîkan re bû kelahên zimanê tirkî. Li vir Ewropayê jî ev kêşeya xeternak heye. Êdî di nava kurdên êzîdî de jî kurdî ber bi mirinê ve diçe. Dayîkên ji nifşên diduyan bi zarokên xwe re bi almanî diaxivin. Ev çend sal in, êdî ez di dersê de tenê kurdî bi zarokan didim fêrkirin, ji ber ku zarokên nifşên diduyan kurdî nizanin.

3– Piraniya nifşên li vir xwendine bi zarokên xwe re bi zimanekî tevlihev diaxivîn. Mînak: Almanya. Dê û bav hevoka xwe bi giranî nîv almanî û nîv kurdî ava dikin. Wekî mînak: "Kurê min komm setz dich, nan bixwe!" Ev zarokê ku zimanekî wiha tevlihev dibihîze, ne baş hînê almanî dibe û ne jî hînê kurdî dibe. Lema di dersên almanî de jî û dersên kurdî de jî dibin kêşeyeke mezin. Di rastiyê de zarokek dikane di heman demê de sê – çar zimanan fêr bibe. Yanê kapasîteya mejiyên zarokan ji bo vê destdayî ye. “LÊ” divê mirov dema dest bi axaftinê dike, di wê axaftinê de yek zimanekî bikarbîne. Yanê zimanan tevlihev neke. Heta mirov dikane roja xwe li gor zimanan par ve bike. Minak; danê sibê bi almanî, danê êvarê bi kurdî bi zarokan re biaxive.

4– Zarokên ji dersa kurdî (zimanê dayîkê) tên girtin, baweriya bixwe wenda dikin, şerm dikin ku li mamosteyê kurdî binêrin û bi zarokên kurdan re bilîzin. Xwe di valahiyê de hîs dikin. Di cihana wan de ziman û çanda dê û bavê dibe tiştê vala û bê nirx. Ji bo ji kesayetiya xwe re cihek bibînin, her diçe ji rastiya xwe û dê û bavên xwe dûr dikin. Hin jî bi nexweşiya marasmûsê dikevin. Ew hem ji bo civaka alman û hem jî ji bo civaka xwe dibin pirsgirêk.

Bi kurtî kareseta di ser me kurdan de hatiye pir mezin e. Di her warê jiyanê de, heta di her tevger û azayê me de pirsgirek û nakokî afirandiye. Hetanê ev gel negihîje azadiyê û ji siya dagirkeriyê bi tevahî neqete, bi giştî hebûna xwe, egera hebûna xwe, cihê jiyana xwe negire destê xwe, xwe ji hemû têkiliyên dagirkeran neqetîne, wê di tu warî de pêşketin û jiyaneke bijûn pêk neyê.

07.09.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kovara li ser wergera helbestê “LEW” dê derkeve

ad

Derbare Turk de jî fezleke hate amadekirin

ad

Kazim Oz li Duhokê Xelata Derhênerê Herî Serketî girt

ad

Artêşa Iraqê rê neda şandeya îtalî ya alîkariyê bikeve Mexmûrê

ad

Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar

ad

Gerek di nav romanên kurdî de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname