Diyarname
Spanya ji serî de favorî bû, texmîn neguherî. Di maça nîv fînalê de Spanya û Portekîz hatin hemberî hev. 90 deqÎqe bi 0-0, 30 deqîqeyê demdirêj jî bi heman skorê û herî dawî di penaltiyan de Spanyayê bi 4-2 Portekîz têk bir û derket fînalê.
Ji serî heta dawî Spanya zêdetir xwedî gogê bû. Gelek caran firsendên golavêtinê jî bi dest xist lê nebû. Portekîz ku bi taybetî defansa wan xurt bû, hindik be jî, carinan wan jî derfetên golavêtinê bi dest xist lê encam neguherî.
Di dawiya maçê de penaltiyan mohra xwe li maçê da. Pêşî li ser navê Spanyayê Alonzo penaltî avêt lê nekarî golê biavêje. Vê carê li ser navê Portekîzê Votinyo penaltî avêt û wî jî nekarî golê biavêje. Di penaltiyên din de ji Spanyayê Iniesta, Pice, Ramos û Fabregas penaltî veguhartin golê û bi 4-2 Portekîz têk bir.
Îro maça dawî ya nîv fînalê wê di navbera Almanya û Îtalyayê de bê lîstin. Kîjan tîm bi ser bikeve dê bibe reqîbê Spanyayê. Maç li gor saeta Tirkiyeyê di 21.45'an de ye.
Her wiha maça fînalê vê yekşema pêşiya me (1 tîrmeh) dê bê lîstin.
Spanya berî vê maçê di sala Euro 2008'an de jî bû fînalîst û pêre jî bû şampiyon. Di Kûpaya Cîhanê ya 2010'an de jî bû fînalîst û pêre jî bû şampiyon. Û di Euro 2012'yan de dîsa fînalîst e.
Wê bibe şampiyon yan na? Helbet favorî ye, lê ji bo dîtina encamê pêdiviya me bi çend rojan heye.
Kunye
Stad: Donbass Arena
Hakêm: Cuneyt Çakir, Bahattin Duran, Tarik Ongun
Portekîz:
Rui Patrício, Bruno Alves, Pepe, Fábio Coentrão, João Pereira, João Moutinho, Nani, Custódio, Cristiano Ronaldo, Nélson Oliveira, Varela, Miguel Veloso (dq 106'an de ji maçê derket), Raul Meireles (dq 113'yan de ji maçê derket), Hugo Almeida (dq 81'ê de ji maçê derket)
Teknîk Dîrektor: Paulo Bento
Spanya:
Casillas, Piqué, Sergio Ramos, Arbeloa, Jordi Alba, Iniesta, Xabi Alonso, Busquets, Fàbregas, Jesús Navas, Pedro Rodriguez, Xavi Hernández (dq 87'an de ji maçê derket), Silva (dq 60'î de ji maçê derket), Negredo (dq 54'an de ji maçê derket)
Teknîk Dîrektor: Vicente del Bosque
***
Nûçeyên eleqedar:
- Brîtanyaya mezin di Cîzmeyê de winda bû!
- Nîv fînalê yekemîn Portekîz e
- Çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin
- Alman û Portekîz çûn, îro dora kî ye?
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike


