Diyarname
Li Navenda Eyşe Şanê ku li Silopiyê ye qursa kurdî hate dest pê kirin.
Qursê 7'ê mehê dest pê kir. Muslum Ergîn ku bi kurdî dersê dide got, "Hem di dîroka Kurdistanê de, hem dîroka dinyayê de qîmeta kurdî tê zanîn. Ji bo xizmeta ziman û parastina wê me pêdivî bi xebateke wisa dît. Bi destpêkirina qursan re gelek kesî serili me da û xwest dersa kurdî bigirin. Ev yek jî nişan dide ku gelê me hay ji çand û zimanê xwe heye."
Ergîn gotiğe ku berê wan di nav Kurdî-Derê de xebat dimeşand, niha li vir dimeşînin û got, "Bila her kesî serî li navenda Eyşe Şanê bide û zimanê xwe hîn bibe.
Dûre mamoste Aydin Denîz jî axivî û got, "8 sal berê Kurdî-Dera me girtin, piştî 8 salan di bin banê şaredariya me de em qursa kurdî vedikin. Ev ji bo me kêfxweşî û serbilindiyeke mezin e. "
10'ê avrêlê de serîlêdanan dest pê kir, heta niha 120 kesî ji bo qursê serî lê daye. Ji mamosteyan AYdin Deniz ji bo MA'yê gotiğe plana wan ew e polên nû vekin.


