Diyarname
Di Euro 2024 de encam diyar bû: Spanyayê Îngilistan bi 2-1 têk bir û kûpa bir mala xwe.
Heyecana fînalê bi dawî bû. Di nîveka yekemîn de Spanya serdest bû lê deng ji golê nehat: 0-0.
Nîveka duyemîn bi golê dest pê kir. Spanya deqîqeya 47'an de bi Nico Williams 1-0 derket pêş. Îngilistanê bi Palme bersiv da lê Spanyayê bi Oyarzabalê deqîqeya 86'an de got ev kûpa a me ye.
SPANYAyê rekor şikand
Heta niha Spanyayê, ligel Almanyayê 3 caran ev kûpa girtbû. Bi vê serketinê bû cara 4'an ku vê kûpayê bi dest xist; bû xwedî rekorê.