Diyarname
Sala xwendinê ya 2024-2025`an li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de fêrgeh û deriyên dibistanan hatine vekirin, pirtûk li şagirtan hatin belavkirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê rezberê ragihand ku 8'ê rezberê roja yekem a sala xwendinê ya 2024-2025`an e û di vê çarçoveyê de îro dibistanna deriyên xwe vekirin.
Va ne daneyên li ser dibistanan:
- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 hezar û 100 dibistan hene.
- 900 hezar şagirtên dibistanên seretayî, navîn û amadehî hene.
- Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêmê Azad Berazî gotiye: Ji bo perwerdekirina xwendekaran me 50 hezar mamoste peywirdar kirine.
- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metaryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her pêkhateyek bi zimanê xwe têne dayîn.
- Roja 2'yê rêbendana 2025'an navber didin dibistanê, 15'ê rêbendanê dibistan dîsa vedibin.
- Serdema dibistanê ya 2024-2025'an roja 15`ê gulana 2025'an temam dibe.
**
Li ser vê vîdoyek:

Li hin dibistanan mamosteyan bi şekir û çîkolatayan pêşwazî li xwendekaran kir.

***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


