Diyarname
Kovara du mehane Dîlopê di hejmara xwe ya nû de rewşenbîr Tarik Ziya Ekinci kiriye berg û gotiye, "Em sipasdar in".
Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanan e. Kovarê hejmara xwe ya 35'an a ji bo mehên rezber-kewçêrê derxist. Kovarê rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekinci ku demek berê miribû kiriye berga xwe. Kovarê ji bo Ekîncî wisa gotiye, "Bi jiyana xwe ya bi rûmet ya nêzikî sedsalekê, ji bo vejîn û ava kirina jiyaneke nû li Kurdistan û Tirkiyê, mînakeke bê hempa ye. Em spasdar in."
Rewşenbîr Erdogan Aydin jî di vê çarçoveyê de bi sernavê "Şoreşgerek şahidê sed salê" nivîseke li ser Ekinci nivîsiye.
Ji nivîsên kurdî Omer Dilsoz li ser "Têgehsazî û awirek li ser têgîna 'Xwemalî'yê" nivîsiye.
Ji hevpeyvînên vê hejmarê Yeşim Karaagar ligel Hevşaredara Wanê Neslihan Şedal axiviye. Şedal dibêje, "Kayûmê têkbirina bîr û dîroka kurdî ji xwe re kiribû hedef."
Ji bilî vê Merve Karataş ligel nivîskar, lêkolîner Murat Uçaner, Rûbar Agirî ligel Mehmet Gultekin, Şerif Karataş jî ligel Devrim Tekinoglu hevpeyvîn kiriye.
Li aliyê din Ali Serhatli, Cemil Oguz, Fewzî Bîlge, Yildiz Çakar, Muzaffer Oruçoglu, Dr. Eskerê Boyîk, Vecdi Erbay, Ertugrul Kurkçu, Nevzat Onaran, Ozkan Zulfikar, Nurgul Deniz, Îsmaîl Dîndar, Haydar Sancar bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine. Her wiha helbestên helbestvanên wekî Reyhan Sarhan, Melayê Cizîrî, Ridvan Îbrî, Cîhan Roj, Orhan Velî jî hatine belavkirin.
Ji bo têkilî:
dilopdergisi@gmail.com
Web: kovaradilop.net
twitter: @kovaradilop
instagram: kovaradilop
facebook: @kovaradilop
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


