Diyarname
Ji ber ku îsal 40'emîn salvegera mirina Cegerxwîn e ew bi çalakiyên cuda tê bibîranîn. Niha bernameyek jî ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Weqfa Mezopotamyayê ve li Amedê tê li dar xistin.
Komeleya Arî-Der di roja dawî ya Fûara Pirtûkên Kurdî ya Batmanê de (20 kewçêr) Cegerxwîn bibîr anî. Komeleya Wêjekarên Kurd 21'ê meha borî li Amedê bi çalakiyek ew bibîr anî. Niha jî Weqfa Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi hev re li amedê çalakiya bîranîna Cegerxxwîn li dar dixin.
2'yê mehê saet 15'an de li ÇandAmedê wê çalakiya bîranînê li dar bikeve. Çalakiya ku pêşkêşvaniya wê dê Berivan Matyar bike de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û ji Weqfê jî Selîm Olçer dê axaftina pêşwaziyê bikin. Dûre Sînevîzyon û piştî vê jî kesên wekî Berken Bereh, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî, Salih Akin û şêx Mizbeh bi kurtî li ser Cegerxwîn biaxivin û helbestên wî bixwînin. Dûre keça Cegerxwîn Bonîye Cegerxwîn dê biaxive. Çalakî bi konsera hunermend Erdînç Karahan bi dawî bibe.


