Diyarname
Lîstikeke nû ya şanoyê derdikeve pêşberî şanohezan: "Bekoyê Ewan". Lîstik 7'ê mehê li Yenîsahneya Batmanê dê promiyera xwe bike.
Lîstika komedî ji aliyê Îhsan Arat ve hatiye nivîsandin û derhêriya wê jî Arat bi xwe kiriye. Yakup Selimoglu ku lîstik wergerandiye kurdî, di heman demê de cîgirê derhêner e.
Di lîstikê de Yakup Selimoglu, Hasan Bayam, Serdar Biçimli, Kenan Demir, Burhan Afşi, Murat Kurhan, Mehmet Sevilgen, Gurbet Çelik, Hasret Selimoglu, Maria Ata û Kenan Atalay dilîzin. Lîstik bi kurdî 80 deqîqe ye û wekî yek perde tê lîstin.
Lîstik "Bekoyê Ewan" cara yekê 7'ê vê mehê (roja şemî) Saet 19.30 de li Yenîsahneyê dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Ji bo têkilî: 0545 234 04 66


