Diyarname
Li bendava Tişrînê rewş çi ye? Mazlûm Ebdî çi got? Hollandayê li ser Rojava çi biryar girt? Ev û agahiyên din, va ne tiştên roja 14'ê mehê qewimîn:
BENDAVA TIŞRÎNÊ
- Hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên dijwar li hemberî Bendava Tişrînê pêk anîn. Çapemeniya tirk got bendav bi dest xistine, lê rastî derket holê ku hêzên HSD'ê êrîş şikandine. Bendava Tişrînê duyemîn bendava mezin e li Sûriyeyê û ev bendav li başûrê Minbicê ye, di destê Rêveberiya Xweser de ye.
BIRYARA PARLEMENA HOLLANDAYÊ
- Parlemena Hollandayê ji bo Rojjava biryar girt, 'Divê hikumeta Hollandayê di politikaya xwe de kurdan, êzîdî xiristiyanan biparêze, Yekîtiya Ewropayê jî rola xwe bilîze.' Ji 149 mebûsên deng dan, 146'î dengê erê da, 3 kesî red kir.
Parlemenê di biryara xwe de xwest ji Tirkiyeyê bê xwestin ku êrîşên xwe yên li ser kurdên Rojava rawestîne, mafên kurdan di Sûriyeya nû de bê qebûlkirin.
BANGA MAZLÛM EBDÎ
- Serfermandarê HSD'ê Mazlûm Ebdî bang li partiyên kurdan kir ku berjewendiyên partîtî deynin aliyekê û bi awayekî erênî nêzî banga gelêrî û diyalog û yekhelwestê bibin.
NÛNERÊN YE, DYA û EREBAN
Nûnerên payebilend ên DYA, YE (Yekîtiya Ewropayê), Welatên Ereban û Tirkiyeyê ji bo li ser Sûriyeyê biaxivin li bajarê Akabe ya Urdunê hatin ba hev. Rayedaran li ser rêveberiya nû ya Sûriyeyê axivî.
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Andony Blinken gotiğe, "Nûnerên herêmî li hev kiriye ku li Sûriyeyê hikumeta nû ava bibin ku her kesî bigire nava xwe, li hemberî jinan û kêmareyan bi hürmet be, terorîzmê red bike."
- Rêberê HTŞ'ê (Heyet Tahrûr elŞam) Colani gotiye, "Wezerata Parastinê dê hemû koman belav bike, ji bilî kontrola dewletê dê çekdar neminin."
HÊZÊN KOALÎSYONÊ ÇÛN KOBANÎ
- Hêzên Koalîsyonê îro gihîştin Kobanî. Ew ligel hêsên HSF'ê li Kobanî geriyan. Hê nayê zanîn ev hêzên Koalîsyonê li Kobanî bi cih bibin yan na.


